- Kesên ku xwestin cenazeyê cangoriyên li Xurmato bînin, rastî êrişa DAÎŞ’ê hatin. DAÎŞ’ê li vir 2 kesên din kuştin.
Kesên ku xwestin cenazeyê cangoriyên li Xurmato bînin, rastî êrişa DAÎŞ’ê hatin. DAÎŞ’ê li vir 2 kesên din kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê pêr li ser robara Zerge ya li bajarokê Amirlî yê ser bi navçeya Xurmatoyê, du masîvan kuştibûn.
Welatiyên ku doh ji bo wergirtina cenazeyan çûn deverê, rastî êrişeke din a çeteyan hatin û du welatiyên din jî canê xwe ji dest dan.
Hate ku nûçeya me dihat amadekirin jî di navbera hêzên Heşda Şebî û çeteyên DAIŞ´ê de şer dewam dikir.
Li gorî agahiyan hêzeke ji lîwaya 52 ya ser bi Heşda Şebî bi hewara xizmên kesên kuştî de çûye û cenazeyên her du kesên îro hatine kuştin, birine Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatoyê.
XURMATO