DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
În 21 Çile 2022 - 22:24
- Pêr êvarê endamên çeteya DAIŞ´ê êriş birin ser Hepsa li taxa Xiwêran a li Hesekê ya ku qederê 5 hezar girtiyên çeteya DAIŞ´ê lî ragirtî ne.
Pêr êvarê endamên çeteya DAIŞ´ê êriş birin ser Hepsa li taxa Xiwêran a li Hesekê ya ku qederê 5 hezar girtiyên çeteya DAIŞ´ê lî ragirtî ne. Piştî êrişê û îsyana li nava hepsê, Hêzên Ewlekariya Hundir, Asayîş û QSD´ê bi hev re dest werdan êrişê. Êrişa çetayan hat şikandin, lê gelek çete reviyan nav taxê Xiwêran û taxên cîranî hepsê. Hêzên QSD, û hêzên din ên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser dor li taxê girtin û heta nûçeya me dihat amadekirin jî, şer geh geh dewam dikir. Di encama şer de herî kêm 23 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Çeteyan jî endamekî Hêzên Ewekariya Hundir û 3 sivîl şehîd kirin. QSD´ê li Hesekê qedexeya giştî ragihand da ku bi rehetî dest werde çeteyan. Li hepsê jî çeteyên îsyan kirî, çeteyên dixwazin teslîm bibin, dikujin. Heta niha li gorî daxuyaniya DAIŞ´ê herî kêm 7 çete bi destê çeteyan li hepsê hatine kuştin.
Doh êvarê çeteyên DAIŞ´ê êrişî hepsa li Taxa Xiwêran a tê de qederê 5 hezar girtiyên DAIŞ´î hene, kir. Wan ji bilî hepsê, bi motorsiklêtekî bombebarkirî êrişî tankerên petrolê yên li Mûdîriyeta Sotemeniyê ya Sadkopê jî kir. Bi êrişê re hevwext li hepsê jî çeteyan îsyan kir û agir bi kel û pelên xwe xistin. Şaneyên DAIŞ'ê erebeyek û motorsîklêtek jî li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê teqandin. Piştre, çeteyan êrişî Mûdîriyeta Sotemeniyê ya Sadkopê ya nêzî girtîgehê kir û 3 tanker teqandin.
289 malbat rehîn girtin
Hêzên ewlekariyê yên ser bi Rêveberiya Xweser dest werdan êriş û îsyanê. Êrişa çeteyan hat çikandin û qederê 80 çeteyên dixwestin ji hepsê birevin hatin girtin. Lê rewşa nava hepsê heta ku me nûçeya xwe ji weşanê re amade dikir jî aram nebûbû. QSD´ê da xuyakirin ku li Hepsa Xiwêran çete, xwe bi xwe hev du dikujin. QSD´ê got, komek ji çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Xiwêranê zêdetirî 7 çeteyên din ku hewl dan teslîmî Hêzên Sûriya Demokratîk bibin, kuştine.
Li aliyê din çeteyên êriş kirî, piştî ku çikestin reviyan nava taxan. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê piştrast kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li nava taxê nehêştine ku zêdetirî 289 malbat ji taxa Zihûr a rojavayê hepsê biçin herêmên ewle yên di bin kontrola QSD`ê de.
23 çete hatin kuştin
Di navbera şervanên QSD'ê û şaneyên DAIŞ'ê yên li rojava û bakurê girtîgeha Xiwêra de şer heta amadekirina nûçeyê jî hebû. Li gorî agahiyên ne fermî, heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin.
Di dema şopandina nûçeyê de nûçegihanê ajansa ANHA'yê Basil Reşîd jî bi fîşekên li sîng û zikê wî ketî, birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê ne giran e.
Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bû. Çeteyan êrişî wesaîteke Foca Agirvemirandinê ya nêzî hepsa Xiwêran jî kir Mihemed Mehmûd El-Ebid şehîd kir. Di heman êrişê de Eymen El-Mislêh jî birîndar bû. Di êrişê de wekî din du sivîlên din jî şehîd bûn.
Qederê 80 çeteyên xwestin birevin hatin girtin
Li aliyê din Yekîneyên Antî Terorê bi alîkariya hêzên Koalîsyonê ya bi helîkopteran li derdora hepsê nahêle ku çete ji hepsê birevin.
YAT`ê û hêzên QSD´ê 80 çeteyên xwestin ji hepsê birevin girtin.
Hêzên navneteweyî berpirs in
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer jî elaqedarî mijarê got, “Êrişên dagirker ên dewleta Tirk ji terorê re firsendan çêdike. Hêzên navneteweyî hemû berpirsên bûyerên li Hesekê ne.”
Dewleta Tirk bi hewara DAIŞ’ê ve hat
Doh gava operasyona QSD´ê li dijî DAIŞ´ê li HSK´ê dewam dikir, li ser navçeya Dirbêsiyê liv û tevgera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker hebû.
Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker jî erebeyeke Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bomebebaran kir. Ev maşîna hanê ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê yên ku li dijî şaneyên DAIŞ'ê li Hesekê şer dikin, berê xwe dabû Hesekê.
NAVENDA NÛÇEYAN