- Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Bendava Baweşaswar ya li navçeya Kifrî, êrişî hêzên pêşmergeyan kir. Di êrişa çeteyan de 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Bendava Baweşaswar ya li navçeya Kifrî, êrişî hêzên pêşmergeyan kir. Di êrişa çeteyan de 2 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.
Di 28’ê Mijdarê de jî çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Germiyanê êrişî pêşmergeyan kiribû û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûbûn û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev careke din li Kifrî ya ser bi herêma Germiyan, êrişî hêzên pêşmerge kir.
Li gorî agahiyan, qederê 15 endamên çeteya DAIŞ’ê bi motorbisiklêtan li nêzî bendava Baweşaswar ya gundê Guban y ser bi Kifrî, êrişî hêzên pêşmerge kirin. Bi bersivdana pêşmergeyan re şer qewimî.
Di encama êrişa çeteyan de pêşmerge Mihemed Mensure şehîd bû, 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Pêşmergeyên birîndar birin nexweşxaneya Kelar û Kifrî. Ji pêşmergeyên birîndar Yehya Adil Ferec jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Cenazeyê pêşmergeyê şehîd Mihemed Mensure, li Kerkûkê hat veşartin.
GERMIYAN