- Parêzer Muslim: Ne dûr, lê nêzîk, dibe ku nakokiyên berjewendiyan di navbera wan dewletan de derkevin yên ku destek dan çeteyan û cihên ewle ji wan re peyda dikin. Li gorî wî, wê demê kaxez wê werin eşkerekirin da ku wan weke kaxeza siyasî bi kar bînin.
EHMED EL-ESAF / ANHA/REQA
Hiqûqnasên li Rêveberiya Xweser dibêjin, divê avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo dadgehkirina DAIŞ'iyên girtî, erka pêşî ya civaka navneteweyî be. Wan got, “Ew tehlûke ne û bi ser de jî di warê aborî û ewlehiyê de barê Rêveberiya Xweser giran dikin."
Dosyaya DAIŞ'iyên girtî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ji dosyayên herî bigirêk e li ber Rêveberiya Xweser, nemaze ji ber ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin û ev tehlûkeya çeteyan derdixe holê.
Li ser vê mijarê hiqûqnasên ji Reqa û herêma Firatê îşaret kirin bi girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê.
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Salih Selame got, hebûna çeteyan di girtîgehan de xeterek e li ser Rêveberiya Xweser û mîna bombeyan li ber teqînê ne û da zanîn ku bûyerên li hepsa Hesekê vê tehlûkeya li ser Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere nîşan didin.
Civaka Navneteweyî jî berpirsiyar e
Salih Selame anî ziman ku civata navneteweyî berpirsê her tevliheviyekê ye ku di girtîgehên li herêmê de çêbibin û got, divê hesab ji çeteyên DAIŞ`ê yên girtî ji erkên pêşî yên civaka navneteweyî be.
Salih Selame di dewama axaftina xwe de got "Divê em weke hiqûqnas bang bikin ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ya taybet ji bo dadgehkirina çeteyan. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin da ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku dadgeheke ava bikin û darizandineke adil pêk bîne. "
Çi tê veşatin?
Parêzer û endamê Yekitya Parêzeran a Kobanê, Mistefa Şêx Muslim jî da zanîn ku civaka navneteweyî vê dosyayê paşguh dike û naxwaze ku tiştên veşartî ji bo dadgehkirina çeteyan werin eşkerekirin: "Ji ber her sûc heger cezayî be, yan siyasî be yan jî terorî be, protokola hiqûqî ya lêpirsînê heye. Ji ber vê protokolê, kaxez hemû divê werin eşkerekirin. Lê civaka navneteweyî naxwaze tişta veşartî di vê demê de were eşkerekirin."
Muslim destnîşan kir ku di rojên nêz de dibe ku nakokiyên berjewendiyan di navbera wan dewletan de derkevin yên ku destek dan çeteyan û cihên ewle ji wan re peyda dikin. Li gorî wî, wê demê kaxez wê werin eşkerekirin da ku wan weke kaxeza siyasî bi kar bînin.
Muslim wiha pêde çû: "Em ji wê herêmê ku lê girtîgehên terorîstan lê hene, bang dikin da ku terorîst bên dadgehkirin. Ji gelek dewletan, şandeyên diplomatîk serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Gelek zarok û jinên DAIŞ`ê hatin radestkirin. Ev yek têrê nake. Lê yek ji wan dewletan mijara avakirina dadgehkirina navneteweyî ji bo terorîstên DAIŞ`ê bi awayekî cidî nabîne yan jî nabe xwedî helwêsteke cidî di vê dozê de û ev doz bandorên mezin li Rêveberiya Xweser dike."
Di dawiyê de Mistefa Şêx Muslim bang li civaka navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî kir da ku li ser esas û qanûna navneteweyî bixebitin da ku hesab ji çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li herêmê de were xwestin.