- DAIŞ li herêmên dewleta Tirk dagirkirî, weke li mala xwe rehet e. Li gorî mikurhatinên serçeteyê ji êrişa li dijî hepsa Hesekê berpirsiyar Reşîd, rêveberê êrişên hovane û terorîstî yên li dijî Rêveberiya Xweser li Babê dimîne.
MÛSTAFA ÇOBAN /ANF/HESEK
Serçeteyê DAIŞ'ê yê ji êrişa li Hesekê berpirsyar, Muhammed Ebd Ewad bi navê xwe yê çetetiyê, Reşîd li xwe mikur hat ku êriş Nîsana 2021'ê ketiye dewrê, 8 mehan wan li herêmên dewleta Tirk dagirkirî civîn kirine û payebilindên saziyên Tirk di nava vî karî de cihê xwe girtine.
Çeteyên DAIŞ'ê 20'ê Çileyê 2022’yan bi piştgiriya îstîxbarata Tirk MÎT'ê êrişeke berfereh biribûn ser girtîgeha li bajarê Hesekê ku DAIŞ'î lê girtî bûn. Bi êrişê hatibû xwestin ku girtiyên DAIŞ'î bêne revandin, bajar bê dagirkirin, lê bi nêzîkatiya berpirsyarane û têkoşîna QSD, YPG-YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê herêmê, ev pîlan hatibû têkbirin.
Me xwe gihand mikurhatinên serçeteyê DAIŞ'ê yê ku ji êrişê berpirsiyar ê bi navê "Reşîd".
Waliyê çeteyan bû
Serçeteyê DAIŞ'ê Muhammed Ebd Ewad bi navê çetetiyê 'Reşîd‘, sala 1987'an li Til Temirê ji dayik bûye, sala 2013'an ketiye nava çeteya DAIŞ'ê.
Li gorî agahiyên ji hêzên ewlekariya hundir, Reşîd berpirsyarê gelek êrişên hovane yên li herêmê ye. Reşîd ji fail û berpirsyarên êrişa 27'ê Tîrmeha 2016'an a li Qamişloyê ye, ku bi kamyoneke bombebarkirî êriş hatibû kirin û 62 kes şehîd bûbûn. Reşîd ji aliyê DAIŞ'ê ve weke 'waliyê' Hesekê û Serêkaniyê hatibû wezîfedarkirin.
Reşîd têkildarî êrişên li ser Hesekê li xwe êikur hat û got, "Pîlana êrişê ya li ser girtîgehê, Nîsana 2021'ê kete dewrê. Ji aliyê pratîkî ve min bi xwe êriş bi rê ve dibir. Meha Nîsanê ji aliyê Nasir Dînallah ve hatim wezîfedarkirin ji bo êrişî girtîgehê bikim. Wê demê li Reqayê bûm. Me pîlan û fermana êrişê ji Nasir Dînallah wergirt. Nasir Rêveberê Dîwana Ewlekariyê ye. Teqez li wan herêman e ku dewleta Tirk û komên wê lê ne. Nasir Dînallah li Babê dimîne. Bab ji bo DAIŞ'ê cihê herî ewle ye."
Têkiliya yekser bi çeteyên girtî re
Serçete bi dewamî li xwe mikur hat ku çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê, li deverên Rêveberiya Xweser hevdîtina yekser nekirine, dem bi dem li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, civiyane. Serçete qala rêxistina li nava girtîgehê jî kir û got, "Destpêkê têkiliya min a bi girtîgehê re tine bû. Nasir têkilî bi girtîgehê re datanî. Nasir wêneyên li ser girtiyan û girtîgehê şandin. Dîmenên ku nîşan didan bê kîjan girtî li kîjan beşa girtîgehê ne. 10 roj beriya destpêkirina êrişê min bi xwe têkilî bi girtîgehê re danî."
Beriya ku girtî bên veguheztin
Serçete Reşîd qala êrişê kir û got, "Li gorî pîlanê, ji bilî bombevanê xwekuj, êriş wê bi 30 kesî bihata kirin. Ji bo êrişê wesayitên bombebarkirî hatin amadekirin. Wesayitek wê li Xaçerêya Panorama, wesayiteke din jî wê li pêşiya deriyê bingehîn ê girtîgehê bihata teqandin. Êriş wê êvarê bihata kirin. Du Toyota û wesayitek H1 ji bo cebilxaneyan hatibûn amadekirin, 2 kesan liv û tevgera li herêmê radigihand. Li gorî pîlanê, êriş diviyabû meha Cotmehê bihata kirin. Lê belê ji ber tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li herêmê, ji ber şewba korona û bicihkirina panzeran li herêmê, nehate kirin û me biryar da ku meha Mijdarê bikin. Zexteke giran hebû ku beriya girtî ji bo girtîgeha nû bêne veguhastin, pîlan bi cih bê anîn."
Serçete li xwe mikur hat ku piştî êrişê, wan ê çek bidana çeteyên DAIŞ'ê yên girtî û herêmeke weke Xiwêran Meşva li Hesekê bihata dagirkirin. Serçete Reşîd anî ziman ku heger ew bihata girtin, serçeteyê DAIŞ'ê E.E. wê bihata wezîfedarkirin. Reşîd diyar kir ku heger Nasir Dînallah bihata bêbandorkirin, wê bi rêya 'waliyên' DAÎŞ'ê yên Reqa û Dêra Zorê xwe bigihanda kesê bikeve şûna wî: "Ji bo têkilî di navbera hucreyên êrişê de bê danîn kûryeyek hebû."
Dewleta Tirk pera dide çeteyan
Serçeteyê DAÎŞ'ê Reşîd anî ziman ku saziyên ewlekariyê yên Tirk fînansorî ji hucreyên razayî yên DAIŞ'ê yên li Rêveberiya Xweser re dikin û qala rola dewleta Tirk kir: "Hin kesên li Tirkiyeyê hucreyên DAÎŞ'ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser fînanse dikirin. Têkiliya van kesan bi saziyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê re xurt bû. Payebilindên ewlekariyê hem êriş hem jî karên DAIŞ'ê yên li herêmê fînanse dikirin."