DAIŞ jinû ve zindî dibe

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:45

Pisporê kar û barên komên terorîst Munîr Edîb têkildarî pirsgirêka DAIŞ’ê li herêmê û xetereya wê axivî û got:"Hişyariya Neteweyên Yekbûyî ya der barê xetereya DAIŞ`ê de di cih de ye. Hilweşîna dewleta xîlafetê, nayê wateya tunebûna vê rêxistinê. Rêxistin hîna heye, şaneyên wê çalak in. Ev bi xwe li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xetereyeke mezin e." Edîb diyar kir ku hişyarî têrê nakin û got:"Divê Koalîsyona Navneteweyî erkên xwe bi cih bîne. Li hember pêşketinên ku DAIŞ`ê di rêxistinbûyîna xwe de çêdike, amûr û taktîkên leşkerî biguhere, nemaze di vê pêvajoyê de."

Edîb bal bire ser sedemên sereke yên ku ji ber wê heta niha xetereya DAIŞ`ê berdewam e û got:"Hawîrdor û teşwîqên guncav sedemên sereke yên hebûna DAIŞ`ê û berdewama wê ne ku heta niha hene û dikare tev bigere. Li ser fikrên xwe berdewam bike yan jî êrişên terorîst pêk bîne. Ji vir xetereya DAIŞ`ê diyar dibe ku hawîrdora guncav a tê de ava bûye, hîna heye. Ev hawîrdor ji hebûna rêxistinê bi xeteretir e. Ji ber wê NY`yê ev hişyarî da." Edîb destnîşan kir ku civata navneteweyî heta vê kêliyê tevlî çareserkirina vê pirsgirêk nebûye û got:"Ev pirsgirêk, bûye bombeyeke demkî ku li ser ewlehiya cîhanê tev de xetere ye. Divê jêderên wê tune bibin, ew kesên tundrew li welatên xwe bên vegerandin û bên darizandin. Ew tev li civakê bên kirin an jî ji ber sûcên ku kirine, bên darizandin yan jî li gorî qanûnên wan welatan bi wan re mijul bibin. Lê ya herî girîng, ev jêder û hawîrdora ku zarok fêrî hunera terorê dibin tune bibe. Bawer im, di vê hawîrdorê de artêşeke nû ya DAIŞ’ê tê hazirkirin û ev xetereya herî mezin e." Edîb ji ber derbeyên leşkerî yên li rojavayê Afrîkayê çêbûne hişyarî da û got li gel lawazbûna pergalên siyasî yên li wir, ihtîmal heye DAIŞ`ê dewleta xwe li rojavayê vê parzemînê ragihîne.

ANHA/YAHYA EL HEBÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.