• Di êrişa DAIŞ’ê ya li Pirde de 4 pêşmerge şehîd bûn. Xelkê gundê Lihêban jî ji ber ku hewar bi wan ve nehat neçar man gundê xwe vala bikin. Piştî DAIŞ doh nava rojê vekişiya xelk karî vegere gund.   

Pêr DAIŞ’ê careke din êrişî sînorên Kurdistanê kir. Di êrişên li dijî gundên Kerkûkê de 4 pêşmerge şehîd bûn. DAIŞ’ê wekî din malên li gundê Lihêbanê jî şewitandin. Fermandarê Leşkerî yê teqawîtbûyî Xelîl Serkanî xwest hêzeke neteweyî ya modern li dijî DAIŞ’ê bê avakirin û PDK hêzşn li ser sînorên

Herêmên Parastinê yşn Medyayê li ser sînorê li başûr ê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê bi cih bike.  

Pêr bi şev çeteyên DAIŞ’ê careke din li nêzî gundê Qeresalim ê ser bi bajaroka Pirde yê Kerkûkê êrişî çeperên pêşmergeyan kir. Hat zanîn di encama êrişê de 4 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û pêşmergeyek jî birîndar bûye.

Hat zanîn ku piştî êrişê, çeteyên DAIŞ’ê reviyane.

Navê pêşmergeyên şehîd jî weke Mesûd Telet, Nehro Nacî, Hejar Celal û Rêkan Tofiq hatin eşkerekirin.

Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev êrişî gundê Lihêban yê ser bi navçeya Sergeran a Kerkûkê kiribû. Xelkê gund daxwaz ji artêşa Iraqê û pêşmergeyan kir da ku bi hewara wan ve herin, lê neçûn. Xelkê gund serê pêşî li ber xwe da şerê çeteyan kir. Şer heta dereng dewam kir, ji ber ku hewar neçû, xelkê gund neçar ma gundê xwe vala bike. Çeteyên DAIŞ’ê jî ketin gund û hin xaniyên welatiyan şewitandin.

Nava rojê çete ji gund vekişiyan. Çeteyan berê jî gelek caran êrişî gund kiribû.  

Dor li gerîla negirin Kurdistanê biparêzin

Fermandarê Leşkerî yê teqawîtbûyî û Endamê Tevgera Gorran, Xelîl Serkanî derbarê êrişên dawî yên DAIŞ’ê de got, “PDK’ê li deverên gerîla, bi dehan baregehên mezin ên leşkerî ava kirine. Çekên pêşketî lê bi cih kirine. Pêwîst nake ew baregeh û hêz li wê deverê hebin, divê PDK wê hêzê û wan çekên giran ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bi kar bîne.”

Xelîl Serkanî îşaret bi sedemên zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê kir û got: “DAIŞ ji rewşa aloz a ku piştî hilbijartina parlementoya Iraqê avabûye, sûd werdigre. Yek ji sedemên din ên zêdebûna êrişan ew e ku pirraniya artêş, Heşda Şeebî û hêzên leşkerî yên li Iraqê li ser bingehê mezhebî hatine avakirin û hev du qebûl nakin. Her wiha valatiya ewlehiyê ya di navbera artêşa Iraq û pêşmergeyan de yek ji sedemên din ên zêdebûna êrişan e.”

Têkildarî giringiya yekgirtina hêzên leşkerî jî Xelîl Serkanî got, “Divê hêzên leşkerî ne di destê hizban de bin, divê hêza leşkerî ji welatê xwe hez bike û bi awayekî modern were perwerdekirin.”

Xelîl Serkanî di derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî got, “Li gorî agahiyan PDK’ê li sînorê di navbera xwe û PKK’ê de ji Şêladizê heta Xakurkê, Gelale, Çoman û Hacî Omeran de bi dehan baregehên mezin ên leşkerî ava kirine. Gelek çekên pêşketî li wan bi cih kirine. Pêwîst nake PDK li beramberî hêzeke siyasî ya Kurd vê hêzê bi kar bîne. Divê ev hêz li sînorê navbera pêşmerge û DAIŞ’ê bihata bicihkirin.”

KERKÛK