DAIŞ dibe Mekteb-î Furkan

Şemî 26 Tebax 2023 - 00:05

  • Çeteya DAIŞ’ê li gelek welatên ku Tirkiye jî di nav de ye, xwe ji nû ve ava dike. Perwerdeya çekdarî jî li Gurcistanê dike. Gelek çete ji Tirkiyê ber bi Rojavayê Efrîkayê ve çûne.

HALE GONÛLTAŞ / ARTI GERÇEK

Çeteya DAIŞ’ê, sala 2019’an di warê leşkerî de bi temamî têk çû, û xwe li çolên Sûriyê veşart. Lê hate ragihandin ku ji bo li 9 welatan careke din girseyekê bi dest bixe, xwe ji nû ve ava dike. Di nava van welatan de Tirkiye jî heye. Ew xebatên ji nû ve avakirina xwe bi navê ‘Mekteb-î Furkan’ pêk tîne; ew van xebatan li welatên weke Tirkiye, Gurcistan, Azerbeycan, Rûsya, Ukrayna, Çeçenistan, Malî, Uganda û Sûdanê bi rê ve dibe. 

Li gorî agahiyên di îdîanameyeke Serdozgeriya Amedê de, li van welatan xebatên birêxistinkirina çeteya DAIŞ´ê, propaganda, fînansmana wê û perwerdeyên çekdarî û leşkerî yên endamên wê tên kirin. Bi taybetî ew kesên ku ji Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistanê hatine birêxistinkirin, li Gurcistanê di warê bikaranîna çekan û leşkerî de perwerde dibin. Li gorî Dozgeriya Amedê, DAIŞ ji bo mirovan qezenc bike, xebatên propagandayê dike, perwerdeyên çekan û leşkerî pêk tîne. Ev agahî jî li gorî saziyên istîxbaratê ne. Di îdîanameyê de herwiha tê gotin, piştî qaşo operasyonên li Enqere, Amed, Batman, Dîlok û Wanê, îfadeyên çeteyên herêmî û biyanî di îdîanameyê de cih digirin. 

Berpirsê Tirkiyê Şahap Variş e

Li gorî îdîanameyê, kesê ji rêxistinbûna li Tirkiyê berpirsiyar, Şahap Varişê li Îdlibê bû. Xwedêgiravî, Şahap Variş 10’ê Gulanê bi operasyonekê ji Îdlibê birine Tirkiyeyê. 

Komeke li derdorê ‘Kovara Exlaq û Sinetê’ ku navenda wê li Yalovayê ye û nûnertiyeke xwe li Gurcistanê jî heye, xwe nêzîkî pêvajoya jinûve avakirina DAIŞ’ê dikin û bi rêya nûnertiya li Gurcistanê, piştgiriyê didin xebatên birêxistinbûna DAIŞ’ê. Ev agahî jî di nava îdîanameyê de cih digire. 

Li ser medya dijîtal bi rêxistin dikin

Li gorî agahiyên Arti Gerçekê bi dest xistine, çeteya DAIŞ’ê rêbaza xwe guhertiye. Li gorî vê, çeteya DAIŞ’ê divê li cihên weke mizgeft, mescîd û pirtûkxaneyan ên deşîfre bûne, neyên gel hev. Bi komî tevnegerin. Divê bi komî neçin mizgeftan. Îdeolojiya xwe ji ser medya dijîtal a li herkesî vekirî ye, belav bikin. Çeteyên di ser medya dijîtal re, ji bo kesên ku dixwazin tevlî bibin, yek yan jî du referansan datînin. Li gorî vê kesên ku dixwazin tevlî bibin, ger ev referans derbas kirin, dikarin bibin endamê sîteyan û tevlî sohbetan bibin. Piştî ku bawerî dan, dikarin tevlî pîknîkan jî bibin. 

Weke endamê alîkariyê diçin Afrîkayê

Yek ji mijara ku ji bo ewlekariya navneteweyî xetere jî, ew çeteyên ku vegeriyane, rêxistinê dikin û bi navê perwerdeya leşkerî bi rengekî aktîf tên bikaranîn. 

Li gorî agahiyên Arti Gerçekê, endamên çeteya DAIŞ’ê yên ku vegeriyane Tirkiyê, bi rêya komeleyên ser bi DAIŞ’ê weke ‘endamê alîkariyê’ diçin Uganda, Malî û Sûdanê. Ji bo çûyîna van welatan a endamên çeteyê jî ‘Kolana bîrên avê, avakirina sêwîxaneyan, qaşo alîkarîdayîna aborî ya van zarokên sêwî’ weke hincet tên nîşandan. 

Dema ku ev nûçe dihate amadekirin, li gel dîplomatekî sefaretxaneya Enqerê ya Ugandayê, derbarê şertê vîzeyê de hevdîtin hate kirin. Hate zanîn ku di nava 6 mehên dawî de hêjmara kesên Tirk ku vîze girtine û çûne Ugandayê, gîhîştiye 2 hezarî. Heman dîplomatî got, kesên ku ji bo qaşo alîkariyê û vekirina sêwîxaneyan miracaet kirine, ew ji bo 3 salan vîzeyê didin wan. Dema ku ev kesên hemwelatiyên Tirkiyê ku di bin navê qaşo alîkariya mirovî de miracaet dikin û vîzeyê werdigirin, piştî ku dema vîzeyên wan bidawî dibe, gelo vedigerin Tirkiyeyê yan na; vî dîplomatî got, ew bi vê nizanin. Dîplomatê Ugandî got, li ser hêjmara kesên ji Tirkiyê li Ugandayê dimînin, ew nikare agahiyekê bide. Ji bo bersiva vê pirsê got, divê miracaetî Wezareta Karên Hundir a Ugandayê yan jî hêzên ewlekariyê bê kirin. 

Pirsa ku were kirin ev e: Gelo kesên ku di nava komên medya dijîtal a DAIŞ’ê de cihê xwe digrin, bi hinceta alîkariya mirovî, avakirina sêwîxaneyan yan jî kolana bîrên avê, herwiha bi erêkirina walîtiyan li ser medya dijîtal pereyan kom dikin û di bin navê qaşo alîkariya mirovî de ji Tirkiyeyê diçin Ugandayê, vedigerin yan na? Pirsa din jî ev e, gelo yên ku venagerin, li Ugandayê çi karî dikin?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.