Dagirkirina tarîtiyê li Wiesbadenê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Kanûn 2022 - 03:52

Ji kitêba Bextiyar Elî (Bachtyar Ali) ya bi navê Dagirkirdinê Tarikî, Îhsan Osman (Îhsan Othman) şanoyek amade kir û ev şano niha li Şanoya Dewletê ya Wiesbadenê (paytexta eyaleta Hessenê ya Elmanyayê) wê bê nîşandan.    

Lîstika şanoyê ya bi derhêneriya Îhsan Osman weke romana Bextiyar Elî, bi karaktera Professor Tarik Akansu hewl dide nîşan bide ka miletek çawa ji dîrokê bê birin. Dewleta Tirk wî wezîfedar dike. karê wî ew e ku bike ku zimanê Kurdî nemîne. Ew vê wezîfeya xwe dide her du kurên xwe jî. Yek ji kuran hewl dide ji bavê xwe fêhm bike, yê din xwe eşkere jê qut dike. Ew dil dikeve jineke Kurd û pê re mala xwe bar dike, diçe Stenbolê. 

Axir heger derfeta we heye û we meraq kir ka Îhsan Osman vê meseleyê çawa bi şanioyê ve dibêje, Şano wê bi navê “Die Besetzung der Dunkelheit” ji 17'ê Sibata 2023'yan heta 24'ê Sibatê li Kleines Haus a Şanoya Dewletê ya Wiesbadenê bê nîşandan.

WIESBADEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.