‘Dagirkirina Tarîtiyê’ li Elmanya derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Sibat 2023 - 04:32

  • Şano balê dibe ser qirkirina çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd û siyasetên dewleta Tirk ên qedexekirina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê.

XALID ETE/ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li ser dika Şanoya Neteweyî ya Elmanyayê bi beşdariya Kurd û Elmanan şanoya ′Dagirkirina Tarîtiyê′ hate nîşandan.

Şano balê dibe ser qirkirina çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd û siyasetên dewleta Tirk ên qedexekirina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê.

Senaryoya şanoyê ji romana bi heman navî ya nivîskar Bextiyar Elî hatiye wergirtin.

Nivîskara senaryoyê Kefal Sidqî û derhênerê şanoyê Îhsan Osman e. Di şanoyê de 11 şanogerên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Elmanya û Yewnanistanê cih digirin û bi zimanê Elmanî ev lîstik hate nîşandan.

Îhsan Osman li ser lîstika şanoyê got: "Bi pêşandana romanê, mîna şanoyê dê doza Kurdan û rastiya wê li ser dikên Elmanya û Ewrûpayê jî were nîşandan."

 

Ne tenê karekî hunerî ye, ji bo doza Kurdan e jî

Li ser girîngiya pêşandana wê Osman wiha domand: "Dê şano di Mîhrîcana Şanoyê ya Elmanyayê de were nîşandan û em ê hewl bidin ku li piranî deveran derxin ser dikê. Ji ber ku ev ne tenê karekî hunerî yan jî şanogerî ye, lê belê karekî neteweyî yê girêdayî doza Kurdan e."

Li aliyekî din jî nivîskara senaryo û aktora şanoyê Kefal Sidqî ya ji Başûrê Kurdistanê got: "Ji salên dûvedirêj ve huner û çanda Kurdan tên hedefgirtin. Bi rêya vê xebata hunerî em hewl didin şoreşeke hunerî û çandî li ser dikan biafirînin ku mafên gelê xwe bi dest bixin."

Şano li heman dikê wê 22, 23 û 24′ê Sibatê, 4′ê Adarê, 15 û 19′ê Gulanê jî were nîşandan.

Her wiha, şano li Başûrê Kurdistanê jî wê were nîşandan û dê beşdarî Mîhrîcana Navneteweyî ya Şanoyê ya Bexdayê û Mîhrîcana Berbanga Navneteweyî ya Şanoya Îranê jî bibe.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.