• Senator Tammy Duckworth bi nameyekê ji serokê DYE'yê Joe Biden xwest li dijî Enqere hişktir be di mesele ya dagirkeriya wê ya li dijî Rojava de

Senatora Demokratan a eyaleta Illinois a DYE'yê Tammy Duckworth bi nameyekê ji serokê DYE'yê Joe Biden xwest li dijî Enqere hişktir be di mesele ya dagirkeriya wê ya li dijî Rojava de.

Senator Tammy Duckworthê bi xwe jî eskerî kiriye û di şerê Iraqê de birîndar bûye. Wê ji Joe Biden xwest, ew zextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêde bike ji bo kêmkirina "kirinên xirab" ên dewleta Tirk "li dijî Kurdên li Sûriyê".
Senatorê name 5'ê Gulanê ji Biden re şand. Di nameyê de ew dixwaze serokê DYE'yê bêhtir destekê bide Kurdên Sûrî. Wê di nameya xwe de serokê beriya Biden, Trump ji ber ku hişt dewleta Tirk Rojava dagir bike, şermezar kir û got, Tirkiyê bi dagirkeriya Cotmeha 2019'an bi dagirkeriya xwe ya "xeraker" krîzeke insanî çêkiriye, tehlûkeya reva girtiyên DAIŞ'ê derxistiye holê û "zirareke mezin daye bawerîanîna bi DYE'yê ya navneteweyî".  

Senator Tammy Duckworth îdîa dike ku piştî çûna Trump ji nû ve dîplomasî li navenda siyaseta derve ya DYE'yê û wiha dewam kir: "Divê em baweriyê li cem hevgir û hevkarên xwe ava bikin da ku em karibin bigihijin armancên xwe yên neteweyî."

Wê bi taybetî û bi lez ji Biden xwest, dozê li Enqerê bike da ku kirinên xwe yên xirab li dijî Kurdan rawestîne. Wê got dewleta Tirk bi êrişkariya xwe ya Cotmeha 2019'an erdên Kurdan ên li Bakurê Sûriyê dagir kirine û terorê li xelkê dike. 

Alikariya yekser bi Rojava re bikin

Senator Tammy Duckworth di nameyê de wekî din ji Biden dixwaze, alîkariya yekser a biyanî û alîkariya insanî bide Kurdên li Sûriyê da ku ew karibin binesaziyên muhim ava bikin û li dijî pandemiya Covid-19'ê jî têbikoşin. 

Senator Tammy Duckworth ji xaziyên DYE'yê yên li Iraqê ye. Piştî ku helîkoptera ew tê de sala 2004'an hatibû xistin, du lingên wê jî hatibûn jêkirin. Di nameyê de wê wekî din got, axaftina Biden a bi nûnerên daimî yên Konseya Ewlekariyê re cesaret daye wê. Biden ji wan re behsa pêdiviya bi lez a çalakiya li Sûriyê kiribû.

WASHINGTON