Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sulûkê ya ser bi Girê Spî 3 jin revandin. 

Li gorî çavkaniyên ji cihê cih, dewleta Tirk li navçeya Sulûkê li klînîka Dr. Rakan 3 jin revandine.

Hate zanîn ku yek jinên revandî, Seher Mihemed El-Xelûf a ji eşîra El-Meredayê ye û ev jin li ser nifûsa navçeya Hemam Turkman a Girê Spî ye.
Di 2’yê Mijdarê de dagirkeran li gundê Mamîla yê navçeya Raco ya Efrînê jî 9 welatî revandibûn.

Dewleta Tirk ji Adara 2018’an û vir ve li Efrîna dagirkirî, deverên din ên dagirkirî, rejîmeke çete û terorê ava kiriye. Ev der bûne qadên ku bi awayekî sîstematîk sûcên şer li wan tên kirin. Sûcên wekî revandina mirovan, înfaz, êşkence, talan, koçberkirina bi darê zorê.

NAVENDA NÛÇEYAN