Dagirkeran kir ku mihrîcan taloq bibe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:29

  • Komîteya amadekar a Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, ji ber komkujiya pêr a li Qamişloyê, mihrîcan taloq kir. 

Komîteya amadekar a Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê, ji ber komkujiya pêr a li Qamişloyê, mihrîcan taloq kir.

Dewleta Tirk a dagirker pêr li taxa Hilêliyê ji malbata Gulo sê nefs şehîd kirin.

Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya Pêncemîn diviyabû heman rojê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê bikira.

Ji ber komkujiya pêr a dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo, komîteya amadekar a mihrîcanê ji bo rêzgirtina li hemberî şehîdan, biryar da ku mihrîcanê heta demeke nediyar, taloq bike. Mihrîcan ji ber tevdîrên li dijî Koronayê jixwe hatibû taloqkirin û ev bû taloqkirina duyem a mihrîcanê.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.