Hate ragihandin ku hêzên leşkerî û polêsan ên ser bi dagirkeriya Tirk li bakurê Qibrisê, êrişî hêzên Kumik Şîn ên Neteweyên Yekbûyî (NY) li herêma tampon kirin. Hêzên NY´yêî li vir  rê pêşiyê li ber avakirina avahiyan a bêdestûr digirin.

Hêzên ser bi dagirkeirya Tirk, li gundê Pyla ê di navbera bakur û başûr de êriş kir. 

Nûnertiya hêzên Neteweyên Yekbûyî li Qibrisê (UNFICYP) bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku wan roja pêncşemê ‘der barê xebatên avakirina bêdestûr ên li herêma tampon a Neteweyên Yekbûyî de’ rayedarên Tirk ên Qibrisê hişyar kiriye.

 

Sûcekî giran e

Li gorî daxuyaniyê, Kumik Şîn roja înê dema dixwestin rê li ber çêkirina rê bigirin, rastî êrişê hatine. UNFICYP’ê got, "Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî yên li Qibrisê, êrişên danê sibehê yên personelên Tirk ên Qibrisê yên li dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî û zirara ku li wesayîtên Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin, şermezar dike. Gefên li ser ewlekariya hêzên aştiyê yên NY´yê û zirara li mal û milkên NY´yê nayê qebûlkirin û li gorî hiqûqê navneteweyî tawaneke giran e."

Rayedarekî navê xwe eşkere nekir û ji AFP'ê re got, polêsên sivîl û eskerên dagirker ên Tirk "bi dehfdanê" êrişî 12 kesan kirine. Berdevkê hikûmeta Komara Qibrisê, Konstantinos Letymbiotis êriş şermezar kir û got, "hewldaneke pirr cidî ya binpêkirina statukoyê ye."

Di daxuyaniya hevpar a Emerîka, Fransa û Ingilîstan de jî hat gotin, "Ji ber çêkirina rêyeke bê destûr a ber bi herêma tampon a NY´ê û êrişên li hemberî hêzên aştiyê, fikareke mezin çêkiriye."

NAVENDA NÛÇEYAN