Li Elmanyayê greveke sendîkayan pêk tê. Grevê bandoreke mezin li sektora çûn û hatinê kir.
Sendîkayên EVG û Ver.di pêşengiya grevê dikin. Li Fransayê li gel ku grev pêk tên, li Elmanyayê ev rewş zêde çênabe.
Sendîka dixwazin heqê wan ji sedî 10 zêde bibe. Li gorî Deustshce Bahnê ya ku şîrketa rêya hesinî ye, li temamê welat seferên trênan û xetên herêmî hatine sekinandin.
Li gelek balefirgehan seferên balefiran jî betal bûn. Di nav van de balefirgehên mezin ên Frankfûrt û Munchenê jî hene.
Di heman demê de karkerên sektorên çûn û hatina li ser behrê, şirketên taybet ên otobanê û veguheztina herêmî jî ketin grevê.
Li gorî EGV ji destê sibehê ve di sektora rêya hesinî de 30 hezar karkeran, kar da sekinandin.
FRANKFURT