• CSU jî dixwaze nijadperestên Tirk Gurên Boz li Elmanyayê bên qedexekirin.

Rêveberê Koma CSU´yê (şirîka CDU´yê ya daimî li Bayernê) li parlamena federal a Elman, Stefan Muller xwest li Elmanyayê, "Cotderbek li tundrawiyê" bê xistin. Ji bo vê jî wî xwest rêxistinên nijadperestên Tirk ên Gurên Boz û komeleyên mizgeftan ên tundraw bên qedexekirin. Wî got, "Çi neteweperstiya Erdoganî, çi jî şideta Îslamî, cihê herduyan jî li welatê me nîne."
Siyasetvanê CSU´yê Stefan Muller bi bîr xist ku Gurên Boz li Elmanyayê tevgera herî mezin a rastgiriya tundraw e û di heman demê de jî destê dirêj ê Erdogan e li Ewrûpayê. Wî got, "Ew xelkê sor dikin li dijî Kurdan, Ermeniyan û li dijî her kesê din ku li gorî wan ne Tirkên bi rastî ne. Cihê vê nifrîna etnîk li Elmanyayê nîne."
Stefan Muller pesnê hikûmeta Fransayê da ji ber ku koma nijadperest a Tirk li welatê xwe qedexe kir. Ew wekî din dixwaze ku komeleyên mizgeft ên ku ne li ser esasê destûra bingehîn a Elmanyayê ne jî bên qedexekirin: "Li Elmanyayê nabe ku ji bo îslamîstên şidetparêz starek hebe."
Hefteyên bihurî siyasetvanên CDU, Keskan û Partiya Çep jî ji bo qedexekirina nijadperestên Tirk fikrên xwe îfade kiribûn û alîgirê qedexeyeke bi vî rengî bûn.

BERLÎN