CPT’yê rapor daye Tirkiyeyê
Çarşem 12 Nîsan 2023 - 15:37
Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) da zanîn ku wê rapora xwe ya der barê serdana xwe ya Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û divê rayedarên Tirk biweşînin, lê heta niha wan rapor neweşandiye.
CPT´ê di Îlona 2022’yan de dabû zanîn ku heyeteke wê çûye Îmraliyê, lê eşkere nekiribû ka bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.
Rapora derbarê serdanê ya CPT’yê, di 110’emîn civîna lijneya giştî ya 6-10’ê Adarê de li Strasbourgê hatibû qebûlkirin. CPT’ê 32’emîn Rapora Giştî ya 1’ê Çile-31’ê Kanûna 2022’yan weşand.
CPT di raporê de gotibû, ew çûye serdana Îmraliyê, lê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de ti agahî di raporê de nebûn.
Li gorî nûçeya taybet a Jinnewsê CPT’ê bersiv daye maila wan û gotiye, wan rapor radestî dewleta Tirk kiriye. CPT’ê di bersiva xwe de gotiye, “Rapora têkildarî serdana bi sernavê serdanên Ad Hoc ên li Tirkiyeyê hatine kirin, ji aliyê CPT’ê ve di Adara 2023’yan de hatiye qebûlkirin û piştre radestî rayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rayedarên Tirkiyeyê dê ji bo eşkerekirinê biryarê bidin.”
Tirkiye dikare raporê eşkere bike
CPT´ê got, eşkerekirina raporê, înîsiyatîfa Tirkiyeyê ye û bal bire ser xala 11’an a Peymana Ewrûpayê ya der barê Pêşîgirtina li Binpêkirina Mafan û Êşkenceyê. Di xala 11’an de jî îfadeya ‘Komîte li ser daxwazên aliyên têkildar, bi şiroveyên aliyên têkildar re wê raporê eşkere bike’ heye.
NAVENDA NÛÇEYAN