• CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiye kiriye, li zindan û navendên nezaretxaneyan lêkolîn kiriye û neçûye Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî got, bi vî awayî CPT sîstema êşkencê ya Îmraliyê mayînde dike.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di navbera rojên 11-25’ê Çile de çûye Tirkiye û li gelek girtîgeh û navendên nezaretxaneyan lêkolîn kiriye. Ne çûye Îmralî, têkildarî bê ka pêşniyarên wan pêk hatine yan ne bi rayedaran re civiyane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên destgîrkirin, rewşa girtiyan nîqaş hatiye kirin. Bi taybet rewşa jin, zarokan û kesên bi cezayê hetahetayî hatine mehkûmkirin lêkolîn kirine.

Di daxuyaniyê de bal kişandiye ku di serdanê de pêşniyarên heyetê yên berê kiriye, ji rayedarên Tirk hate pirsîn ku pêk tînin yan ne, hatiye pirsîn.

Heyetê CPT serdana li gel serdana qereqolên li Amed, Enqere, Stenbol, Ataşehîr, Bagcilar, Yenîbosna, Umraniye, Gayrettepe, Maltepe, Kuçukyali, Kayserî serdana Girtîgeha Amed Tîpa T, Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Girtîgehên Tîpa L Hejmara 1,2 a Maltepe ya Stenbol, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Kayserî û Girtîgeha Jinan a Kayserî kirin.

Di nava heyeta CPT’ê de Serokê CPT’ê Mykola Gantovskyy, Alîkara Serokê CPT’ê Therese Rytter, Ajordje Alempîjevîc, Nîco Hîrsch, Jûlîa Kozam, Ceyhûn Qaracayev, Hans Wolff, Serokê Beşê Hûgh Chetwynd û ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Aliyve cih girtin.

CPTʼê tespîtên xwe ji bîr kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê serdana Tirkiyê ya CPTʼê de daxuyaniyek da û diyar kir ku CPT sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê mayînde dike û got: “Kêmasiyek e ku CPT neçû Îmraliyê û nêrîna parêzeran nepirsî. Bi vî awayî tevger dike ku Sîstema Êşkence û Tecrîdê ya li Îmraliyê mayînde bibe." 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dide zanîn ku ew jî bi rêya çapemeniyê ji serdanê xeberdar bûne û balê dikişîne ser tespîtên di serdana dawî ya 6-17'ê Gulana 2019'an de û agahiyên di rapora 5'ê Tebaxa 2020'î de CPTʼê parve kirine.

Bi kurtî CPTʼyê di rapora xwe ya 5'ê Tebaxa 2020'î de diyar kiribû ku tecrîda li Îmraliyê 'cezakirina di nava ceza' de ye, nayê qebûlkirin, cihê fikar û gumanan eʼ û ji hikumeta Tirkiyeyê xwestibû ku dawî li van kirinan bîne. Bersiva pratîkî ya hikumeta Tirkiyeyê jî; li şûna ku li gorî pêşniyarên raporê guhertinên erênî bike, di 7'ê Îlonê de axaftina bi telefonê û di 23'ê Îlonê de jî hevdîtina bi parêzeran re, her wiha di 30'ê Îlonê de jî mafê hevdîtina bi malbatê û wasî re qedexe kir. Bi gotineke din, têkiliya bi Îmraliyê re bi rengekî mutleq asteng kir û bi vî rengî tecrîda li Îmraliyê kûrtir kir.

Li ser vê yekê me ev rewş ji CPT re ragihand, her wiha li gel serlêdanên me yên li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna pêwîstiyên raporê me serî li Wezareta Edaletê, Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dan. Lê belê di vê mijarê de ne gavek hatiye avêtin ne jî bersivek hatiye dayin.

Bi me parêzeran re rûneniştine

CPT a ku yek ji mekanîzmaya mafê mirovan a navneteweyî ye di nav welatên endamên Konseya Ewrûpayê de duyemîn girtîgehek tuneye ku ew muxatebê wê yê tecrîd û êşkenceyeke bi îstîqrar e. Ev pêkanîn ku pergaleke êşkenceyê ye, di biryara 2014’an a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê de bi zelalî tê diyarkirin. Ev rewş di 8 serdanên CPT’ê yên Girtîgeha Îmraliyê de hatine tespîtkirin ku ev serdan ji sala 1999’an û heta niha hatine kirin.

Ji ber van sedeman di serdana CPT’ê de ya ku di sala 2021’an de kiriye, ligel ku der barê Girtîgeha Îmraliyê de bal kişandiye ser êşkenceyê jî, li gorî me kêmasî ye ku neçûye serdana Girtîgeha Îmraliyê û di vî warî de bi parêzeran re rûneniştiye.

Konseya Ewrûpayê berpirsiyar e

Em dixwazin bi bîr bixînin ku saziyên navneteweyî ji bo domandin û mayîndebûna Pergala Tecrîd û Êşkenceyê ya Îmraliyê ya ku pêkanîn wisa lê hene, bûne wesîle.

Girtîgeha Îmraliyê ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewrûpayê de ye û li wê derê hiqûq tune. Divê ev pêkanînên bêhiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê roj berî rojekê bi dawî bibe. Bi wesîleya vê bûyerê em careke din bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û divê raya giştî bihistyar be.”

NAVENDA NÛÇEYAN