- Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê diyar kiriye ku di 20-29’ê Îlona 2022’yan de hatiye Tirkiyeyê û çûye serdana Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT´ê ya li Îmraliyê daxuyaniyek da û got, "Li gel ku rewşa dijwar li holê ye, CPT divê zûzûka daxuyaniyekê bide raya giştî û divê tevdîr û prosedurên ji bo rakirina mercên êşkenceyê, têxe meriyetê."
Lê seroka şandeya CPT’yê ya çûyî Îmraliyê Therese Rytter bi daxuyaniyekê got, ew nikare niha derheqê rewşa Abdullah Ocalan de agahiyê bide û da zanîn ku ew ê rapora xwe piştî bi 6 mehan ji Tirkiyeyê re bişînin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Buroyê got, “Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê diyar kiriye ku di 20-29’ê Îlona 2022’yan de hatiye Tirkiyeyê û çûye serdana Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê.”
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hate gotin, “Me berê jî gelek caran diyar kiribû, em ji 25’ê Adara 2021’ê ve nikarin ti agahiyan ji muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim wergirin û ji ber tendirustî û jiyana wan jî em bi fikar in. Di vî warî de yek ji saziyên muxateb li Ewrûpayê CPT ye. Piştî gelek miracaetên me, bang û hewldanên neteweyî û navneteweyî yên derdorên hiqûqî, bi derengî be jî CPT’ê gavek avêtiye û li gorî me, ev gaveke erênî ye.
18 meh in ti agahî nehatiye wergirtin
CPT’ê herî dawîn di Gulana 2019’an de çûbû Îmraliyê û rapora vê serdana xwe piştî 15 mehan weşandibû û diyar kiribû ku bi taybetî divê di warê têkilîdanîna derve re gavên cidî werin avêtin. Piştî serdana CPT’ê qaşo divê li gorî pêşniyazên di raporên serdanê de rewş bihata başkirin, lê israra polîtîkaya tecrîdê ya li ser muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê dewam kiriye û tecrîd kûrtir bûye.
Em serdana CPT’ê wekî hewldaneke erênî dibînin û bi taybetî dixwazin balê bibin ser wê yekê ku 18 meh in em nikarin ti agahiyan bistînin û ev tişt rastiya nestendina agahiyan naguherîne. Daxwazên me yên sereke ew in ku divê qedexeya hevdîtinên bi malbat û parêzeran re were rakirin, bêyî sînordarî û astengdarî hebe, em karibin bi muwekîlên xwe re rûnên û divê rêz ji vî mafê me yê hevdîtinê were girtin. Ligel ku rewşa dijwar li holê ye, CPT divê zûzûka daxuyaniyekê bide raya giştî û divê tevdîr û prosedurên ji bo rakirina mercên êşkenceyê, têxe meriyetê.”
CPT pêşiyê li êşkencê nagire
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Miameleya Dermirovî yan jî Biçûkxistinê (CPT) ya ser bi Konseya Ewrûpayê (KE), têkildarî hevdîtina xwe ya di navbera 20-29’ê Îlonê ya li Tirkiyeyê de daxuyanî da. Yek ji saziyên ku CPT çûye serdana wê jî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bû. CPT’yê da zanîn ku bi mebesta lêkolîna şert û mercên girtîbûnê yên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ew çûne Îmraliyê. CPT´ê îdîa kir ku ew girîngiyeke taybet dide çalakiyên civakî yên li Îmraliyê û şêweyê pêwendiyên bi derve re.
Şandeya CPT’ê ji bo bicihanîna sepanan û pêşniyazên derheqê Girtîgeha Îmraliyê de bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim û gelek rayedarên payebilind ên wezareta dadê û wezareta karên derve re hevdîtin kirine.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gozde Çagri Ozkose xwe gihandiye seroka şandeya CPT’ê ya çûyî Îmraliyê û Cihgira 2’yemîn a Seroka CPT’yê Therese Rytter. Rytter, daye zanîn ku ew ê raporê di Adara 2023’yan de erê bikin û ji Tirkiyeyê re bişînin. Bi domdarî Rytter gotiye, “Wê demê jî ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 mehan mohleta wê heye. Wê demê jî dê CPT biryarê bide bê ka dixwaze rapora xwe parve bike yan na. Em xwedî wê derfetê ne ku xwe bigihînin her kesê ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin.”
Agahiyan li ser Ocalan nadin
MA dide zanîn ku Rytter nexwestiye li ser rewşa Ocalan agahiyan bide û gotiye, “Ez dikarim bibêjim, em çûne serdana girtiyên li Tirkiyeyê lê nikarim nûçeyan parve bikim. Heke rapor bi raya giştî re hat parvekirin, wê demê ev yek dê bên ragihandin.”
CPT, herî dawî di sala 2019’an de çûbû serdana Îmraliyê. Rapora hingê hê jî nehatiye parvekirin. Li ser vê yekê Rytter ji MA´yê re gotiye: “Biryara parvekirina raporeke CPT’yê (û bersiva dewletê) ne em lê dewleta endam dide. Divê mirov pirsa vê ji hikûmeta Tirk bike. Heta niha gelek dewletan li gel bersiva xwe, her wiha rapora CPT’yê jî parve kiriye. Heke dewletek hevkariyê neke, û nexwaze di çarçoveya CPT’yê de rewşa heyî baştir bike, wê demê komîte dibe ku biryara daxuyaniyê bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN