CPT divê raporê eşkere bike
Çarşem 18 Çile 2023 - 00:03
- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, ji nû ve miracaetî CPT’ê kirin û jê xwestin ku tavilê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Îmraliyê eşkere bike.
MEHMET ASLAN/MA/STENBOL
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî miwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî konar û Veysî Aktaş ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) miracaeteke nû kir. Wan ji CPT’yê xwest ku rapora xwe ya têkildarî serdana 20-29’ê Îlona 2022´yan bi raya giştî re parve bike.
Incommunicado girantir bûye
Parêzeran got, mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, name û ragihandinê tên binpêkirin, mafên parastin û dadgehkirina adilane jî tên astengkirin. Wan got, ev maf bi Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMM) hatine misogerkirin û wiha dewam kir: “Rewşa ‘Incommunicado’ (agahî wernegirtinê) hêj girantir bûye. Di nava 3 mehên dawî de bi awayekî birêkûpêk me û malbatan miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê kir. Me 32 caran û malbatan jî 14 caran miracaetî her du saziyan kir. Lê ev miracaet bêbersiv hatin hiştin.”
Pîvan têne binpêkirin
Di dewamê de cezayên disiplînê yên Gulan, Îlon û Çile hatin bibîrxistin û hate gotin; “Sedema qedexeyan ji me re nehat ragihandin. Piştî ku dema îtîrazê bi dawî bû, bersiva parêzeran hate dayîn. Bi vê rêbazê, bi zanebûn parêzer li derveyî pêvajoyên lêpirsîn, dadgehkirin û biryarê hatin hiştin. Bi vê yekê, girtiyên cezayê dsîplînê li wan hat birrîn, ji mafên di benda 59’an a Bendên Girtîgehan a Ewrûpayê de bêpar hatine hiştin, yanî benda ‘girtî divê bikare xwe bi rêya cihgirê xwe yê qanûnî biparêze’ bi awayeke fiîlî hatiye bêbandorkirin.”
Guh nadin pêşniyazan
Parêzeran di dewamê de got, “Dadgeh bêyî ku hincetekê nîşan bide, îtîrazên li dijî cezayên disiplînê, bi lez û bez red dikin. Di rapora komîteyê ya sala 2020’an de ji bo cezayên dsîplînê yên ku hevdîtinên bi malbatan re asteng dikin tê gotin ‘derhiqûqî ne.’ Biryarên dadgeriya înfazê û yên dadgehên cezayên giran ên êdî mekanîk û otomatîk bûn, naguherîne. Bi vê yekê, eşkere dibe ku ev biryar biryarên polîtîk in, derhiqûqî ne û bêyî ku usûl esas bê girtin ji berê ve hatine dayîn. Divê were bibîrxistin ku di rapora Komîteya we ya sala 2013’an tê gotin, astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve, hem li dijî mewzûata hundir û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Her wiha tê tespîtkirin ku biryareke polîtîk e. Lê belê ji hingê ve helwêsta rayedaran û dadgehan hîç neguheriye.
Hûn mecbûr in raporê parve bikin
Komîteya we têkildarî serdana xwe ya dawî de ti daxuyanî û rapor parve nekirin. Wê ti nihêrîn jî parve nekirin. Divê komîteya we rapora xwe ya li ser serdana dawî tavilê bi raya giştî re parve bike. Dema mirov li rewşa incommunicado binihêre, ev rewşeke mecbûrî ye. Weke ku di raporên komîteya we de jî hatiye tespîtkirin, rewşa ‘Incommunicado’ dema kesên li hundir bi ti awayî nekarîn bi derve re peywendiyan deynin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin, derdikeve holê. Nayê fêmkirin bê ka komîteya we çima prosedûrên Xala 10/2. a CPT’ê ku ji bo pêşîgirtina li rewşa ‘incommunicado’ tê bikaranîn, naxe dewrê. Ev yek jî li ser helwêsta komîteya we gumanên mezin çêdike.
Dewlet peyamê didin CPT’ê
Bi serdana dawî re dewlet, rayedarên hikûmetê û dadgehan li nava çavê komîteya we nihêrtiye û ev peyam daye: ‘Ti qîmeta serdanên we yên rûtin, rapor, tesbît û pêşniyazên we ji bo me nînin. Em çawa bixwazin, ew ê wisa tevbigerin.’ Êdî dem hatiye ku hûn bersiveke xurt bidin vê helwêsta derhiqûqî, dermirovî û necidî û keyfî.”
Daxwazên parêzeran
Daxwazên ku parêzer ji CPT’ê dikin jî ev in:
* Divê komîteya we rapor û tespîtên xwe yên têkildarî serdana dawî ‘tavilê’ bi raya giştî re parve bike.
* Ji bo ku parêzer bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin dewam bikin, hewceye hûn rê li ber biryarên derhiqûqî yên bi rêya dadgehan tên dayîn, bigirin.
* Ji bo ku malbat û wasî bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, divê hûn tiştên pêwîst bikin ku rê li ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî were girtin.
* Li gel bicihanîna mafê serdanê, her wiha divê serlêdêr bikarin mafê xwe yên hevdîtina li ser telefonê jî bi kar bînin û hûn bingeha vê amade bikin.
* Ji bo ku girtî bikarin bi derve û parêzerên xwe re bi rêya name, telgraf û faksê peywendiyan deynin, hewceye hûn bikarin hemû astengiyan rabikin.
* Divê qedexekirina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.
* Divê tevdîrên werin girtin ji bo ku rewşa êşkence, miameleya dermirovî û nebaş û incommunicadoyê bi dawî bibin û prosedûrên di çarçoveya Xala 10/2. a Peymanê karîger bibin.”