Piştî ku koalîsyona SPD, Partiya Keskan û FDP´ê ya Elmanyayê hin subvansiyonên ji bo cotyaran betal kirin, cotyaran dest bi çalakiyan kiribû. Hikûmetê qismî gav bi paş ve avêt, cotyar dixwazin ku tevahiya subvansiyonan dewam bikin. Ji ber wê jî wan li 16 eyaletan bi traktoran rê li çûnûhatinê girtin. Îro jî grevên şofêrên komyonan û makînîstîn lokomotîfan dest pê dikin. Çalakiya mezin a cotyaran li paytexta Elmanyayê Berlînê bû, li hemberî traktorên cotyaran eyaletê 850 polês wezîfedar kirin.

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyaya federal fonên ji ber pandemiya Covid-19´ê betal kirin, hikûmeta Berlînê biryar dabû ku subvansiyonên cotyariyê betal bike. Cotyaran jî li hemberî vê biryarê serî rakir. Cotyaran li 16 eyaletan gelek rêyên sereke, meydan û navendên bajaran dagir kirin. Tevî ku hewa gelekî sar bû, sirr û seqem bû jî cotyaran û şofêrên kamyonan çalakiyên xwe bi israr kirin. Li Berlînê cotyaran meydanên Stûna serketinê û Deriyê Brandenburgê  civiyan û ji bo hikûmetê protesto bikin, karwan çêkirin. 

 

Kamyonan destek da traktoran

Li aliyê din sektora lojîstikê jî ji hikûmeta Elman dixwaze ku bihayê bikaranîna otobanan kêm bike. Ji ber wê şofêrên wesaîtên giran û kamyonan, doh bi maşînên xwe protesto kirin. Şofêran wekî din xwest rê û pirr bên sererastkirin.

Ji ber çalakiyên protestoyî yên cotyar û şofêran, li seranserê Elmanyayê çûnûhatina bi maşînan bi zor çêbû; lewma li gelek deveran xwepêşanderan rê li çûnûhatinê girtin.

Yek ji meseleyên heyatî ji bo cotyaran, subvansiyona sotemeniyê ye. Cotyar û nûnerên wan dibêjin, ev subvansiyon betal bibe, cotyarî wê derbeke mezin bixwe. Ji cotyaran Ralf Huber ê li Bayernê dibêje, “gundiyekî weke yê min wê ji ber nebûna subvansiyonê 10 hezar euro zerarê bike. Ji bo cotyarên weke min ev felaketek e.”
Ji Cotyaran Frank Schmidt li Berlînê got, “Ez ne ji bo guherandina hikûmetê, lê ji bo hişyarkirina wê li vir im. Bila siyaseta xwe biguhere.

BERLÎN