• Fabrice Monteiro: Esasê nêzîkatiya me ya li hember xwezayê jî ev e û em xwe wek xwediyê xwezayê dihesibînin, em wê dikin koleyê xwe. Em xwe jê vediqetînin û xwe di ser xwezayê re dibînin. Ji ber wê, ev pirsgirêk bi dawî nabin. Pirsgirêka herî mezin pergal e û divê em li ber vê pergalê rabin.

ARDÎN DÎREN

Wênegir Fabrice Monteiro, gava vedigere welatê xwe Senegalê, li hember tişta dibîne matmayî dimîne û dibêje, “Ev der ne ew Efrîka ye ya ku ez lê mezin bûme, di salên 1970 û 1980’yî de gava ez zarok bûm, evder ne wisa bû. Di sala 2012’an de gava ez li welatê xwe vegeriyam, min bawer nekir ku evder welatê min e! Dakar bûbû çop û poxan, li her derî plastîk hebûn, li hember rêyan û di nav xwezayê de û li bin daran... haya nifşên nû ji vê yekê nîne lê êdî hawirdor bi van çopan hatiye herimandin û ev qirêjî dibe parçeyek jiyana wan.” 

Monteiro her çiqas li Belçîkayê mezin bûbe jî hêleke wî tim li Efrîkayê bûye û ew tim çûye serdana wir. Ew xwe hem Ewrupayî hem jî Efrîkayî dihesibîne. Bi gotina Monteiro, li welatê wî Senegalê çiyayên çopê hatine avakirin, ewqasî qirêj e ku ji bo ew here bajêr, mecbûr e di nav çopê de bimeşe. Rêyên ku bi plastîkan hatine çêkirin, Monteiro ji bo wêneyan bigire, mecbûr e di van rêyan de bimeşe. Ji ber ku rê hemû bi çopan hatine herimandin û li her derî tiştên avêtî hene. Li gor Monteiro dibêje, sala 1968’an cihên çopê erdeke rast û paqij bûye. Her ku diçe li wir tiştên avêtî kom dikin û îro hingî ev çop zêde bûne ji xeynî çop û agirê ku ji nav vê çopê bilind dibe, tiştek xuya nake.

Jiyana modern anîmîzm têk bir

Piştî Monteiro welatê xwe di nav vê rewşê de dibîne, dixwaze bi wêneyan balê bikişîne ser vê qirêj û çopa wek çiyayan bilind. Dixwaze bi wêneyan bala mirovan bibe ser pirsgirêkên hawirdorê û qirêja ku bûye belaya serê welatê wî, peytexta Senegalê Dakarê. Gelek wêneyan digire, nexasim jî wêneyên çop û tiştên avêtî yên ku welatê wî qirêj kirine. Ew vê meselê bi nihêrîna anîmîzmê ve girêdide û bi riya manewiyata anîmîzmê ya ku ji ruhan bawer dike, wêneyên sêwirandî digire. Monteiro dibêje, “Anîmîzm bi xwezayê ve girêdayî ye, li gorî vê baweriyê, xweza wargeheke pîroz e û divê mirov ne li hemberî wê bin. Divê mirov pê re baş li hev bikin û karibin di nav qanûnên wê de bijîn. Ev bawerî bi şêwaza jiyana modern hate jibîrkirin û her ku çû winda bû. Bi van rêzewêneyên xwe, ez dixwazim mirovan hişyar bikim da ku xwezayê neherimînin û bi qanûnên wê nelîzin. Min xwest ruhên baweriya anîmîzmê bi wêneyan ji nû ve zindî bikim.”

Bi malzemeyên avêtî wêneyan disêwirîne

Monteiro, di nav van rêzewêneyên xwe de balê dibe ser gelek mijarên girîng yên ku rasterast jiyana mirovan dixin tehlûkeyê. Ew li Awustralya û Emerîkayê jî geriyaya û li wan deveran jî wêne girtine ji bo balê bibe ser qirêjkirina xwezayê. Erozyon, petrola dirije nav çem û behran, şewitandina erdan û qirêjkirina xwezayê, mijarên wêneyên wî ne.

Lê ew herî zêde serê xwe bi plastîkan diêşîne û dixwaze bi wêneyan vê mijarê rave bike. Dixwaze ji nav van çiyayên çopê, ruhên anîmîzmê derxe. Ji bo karibe wêneyên xwe bisêwirîne û baştir bigire, stîlîstê bi navê Doulsy nas dike; ew jî ji Senegalê ye. Monteiro ji bo wî dibêje, “Doulsy, bi malzemeyên avêtî û çopan dixebitî û wî dikaribû her tiştî bi hev ve bizeliqine yan jî bidirû. Tenê wî karibû kostumê ez dixwazim, ji bo min bisêwirîne. Kesekî bêhempa bû û ji pîvanê fêhm dikir. Modelê me ji bo li piya bisekine, li ser bîdoneke petrolê disekine, me bi vî awayî xwest ew mezintir xuya bike. Bi malzemeyên avêtî jî me li gor modelê xwe cilûberg çêkirin û dengeyek baş saz kir.”

Ewrûpa çopên xwe dişîne Efrîka

Monteiro ji bo wêneyên xwe dibêje, ji dîmenan bêhtir xwedî peyam in. Di destê modelê wî yê ku di nav çopan de bilind dibe, ber bi asîman ve pêlîstokek heye. Peyama wêne ya ku dide der, wiha ye, “Ji ber mezaxtina zêde dinya di nava bobelata qirêja hawirdorê de ye û siberoja nifişên nû di nav xetereke mezin de ye.” Monteiro dibêje, ev pirsgirêk tenê ne li Senegalê lê dinyayê hemûyî heye. Heta ew dibêje, “Destpêkê min got, gelo ez ê şaş werim fêhmkirin. Yanî çawa ku dixwazim welatê xwe xerab û di nav çopan de nîşan bidim. Lê na, ev pirsgirêk li her derê dinyayê heye, sedema ku îro Ewrûpa û hin welatên din paqij xuya dikin, ne ji ber başî û paqijiya wan e. Ew çopên xwe dişînin vir, ji lewma jî ew paqij û evder jî qirêj xuya dikin.”

Pirsgirêka herî mezin pergal e

Monteiro, dibêje, beriya wêneyan tiştê herî zêde min eleqedar dike, nasname û her wiha helwêsta li hember “ên din” ya mirovahiyê ye. Li gorî wî di dîrokê de ji bo mêtingerî xwe mafdar bike, her tim fikra “ên din” derxisitiye holê û xwe li ser vê yekê ava kiriye. Monteiro dibêje, ya ku pirsgirêk e, pergal bi xwe ye, “Ev nihêrîna dagirker û mêtingeran îro jî li dar e û bi şêweyên din xwe li ser xweza û hawirdorê ferz dike. Koletî jî ji vê nihêrînê derket holê. Esasê nêzîkatiya me ya li hember xwezayê jî ev e û em xwe weke xwediyê xwezayê dihesibînin ango wê diken koleyê xwe. Em xwe jê vediqetînin û xwe di ser xwezayê re dibînin. Ji ber wê ev pirsgirêk bi dawî nabin û her diçe xweza qirêj û gemarî dibe.

Ev mesele mirovahiyê hemûyî elaqedar dike û pirsgirêka me hemûyan e. Pirsgirêka herî mezin jî pergal e û divê em li ber vê pergalê rabin û helwêstê nîşan bidin.”