Dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Agiriyê di nava tevgereke mezin de ye. Di roja şeşan de bombarduman zêde kir. Di şer de gelek esker û cerdevan birîndar bûne.

Artşêşa Tirk navê “Çiyayê Agirî Eren-3” li tevgera xwe ya dagirkeriyê kiriye û ji 23’yê Çile ve li Çiyayê Agiriyê dest pê kiriye. Tevgera dagirkeriyê didome. Di vê tevgerê de bi qasî hezar û 40 tîmên taybet cih digirin. Ligel wan jî cerdevan hene. Di dema tevgera dagirkeriyê de Artêşa Tirk misêwa bi balafiran jî qadê bombardûman dike.

Li gorî agahiyên ji jêderên herêmî, di şer de gelek esker û cerdevan birîndar bûne, lê agahî hene ku gelek esker û cerdevan hatine kuştin jî. Kêliyên ku eskerên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazîtê dihatin rakirin, ket ber qeydê kameraya telefonê. 

MA/AGIRÎ