Ciwanên Kurd li Parîsê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîlayên HPG'ê şermezar kir. Li banliyoya Parîsê Drancyê jî pankart bi buroya PDK'ê ve hate daliqandin. Li Marsîlyayê bi heman armancê meşek hate lidarxistin.
Li dijî êrişa hêzên PDK'ê ya 13'ê Kanûnê ya li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, ya li dijî gerîlayên HPG'ê, li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê meşek hate lidarxistin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) saet di 19:00'an de li pêşiya gara trenê civiyan û meşiyan.
Di meşê de li dijî hevkariya PDK'ê bi dagirkeran re û li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin gotin. Çalakgeran ji PDK'ê xwest ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
Li banliyoya Parîsê Drancyê jî ciwanên TCŞ'ê pankarta li ser nivîsandî "PDK û nokeriya bi dewleta Tirk re wê têk biçin, Tevgera Azadiyê wê bi ser keve" bi buroya PDK'ê ve daliqandin.
Ciwanên Kurd li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê jî PDK û dewleta Tirk şermezar kir û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan silav kir.
PARÎS