Ciwanan ji Bîefeldê dest bi Meşa Dirêj kirin

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:25

  • Bi tevlêbûna ciwanên Kurd û enternasyonalîst li bajarê Biefeldê bi çarçoweya ‘’Ji Rêber Apo re azadî,ji Kurdistanê re statû’’ konferansa ‘’Rastiya Rêbertî û Rola Ciwanan’’ hate lidarxistin. Ciwanan bi konferansê starta Meşa Dirêj dane destpêkirin.

Di konferansê de derheqê fikrên Rêber Ocalan nîqaş hate kirin. Yek ji mijara sereke ya konferansê azadiya fizîkî ya li ser Ocalan bû.
Di konferansê de derheqê jiyana Ocalan sînevizyonek hate nişandan û piştre siyasetmedar Aral axaftinek kir. Aral di axaftina xwe de got heta divê her kes zanibe heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were wê têkoşîn bidome.
Rojnamevan Sefkan Kobanê jî di axaftina xwe de bal bire ser misyona ku Ocalan daye ciwanan.
Endama TekoJIN’ê Berjîn Zenda jî li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî kir.

Bernameya Meşa Dirêj
Li gorî bernameyê Meşa Dirêj 16’ê Îlonê saet 08:00’an wê li stesyona navendî ya trênê ya li Bîelefeldê ciwanên Kurd û enternasyonal wê bicivin û têkilî tecrîdê daxuyaniyekê bidin û piştre meş dest pê bike, piştî meşa 18 km wê danê êvarê li Qada Kesselbrînkê biqede. Çalakvanê meşê piştre wê derbasî DKTM’ê ya Bîelefeldê bibin û di panêlê ‘’Jîna Emînî’’ de bêne cem hev.
Her wiha 17’ê Îlonê saet 08:00’an wê li stesyona trênê ya Hammê bêne cem hev û danê êvarî jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê ji bo şeva şahiyê bêne cem hev.
18’ê mehê eynî saetê li stresyona trênê ya Dormundê bicihin, 18 km bimeşin, piştî belavokên têkilî azadiya Ocalan êvarî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  bêne cem hev.
Eynî saetê 19’ê mehê ciwan wê li Essenê ya Elmanyayê bicivin û ber bi NCKD’yê ya Essenê ve bimeşin û danê êvarî jî li panêla bi navê ‘’Rola Ciwanan û çawaniya jiyanê’’ bêne cem hev.
20’ê mehê saet 09:00’an ciwan wê li kolana Marxloh-Pollman a Duisburgê 19 km bimeşin û meş li ber stasyona trenê ya navendî ya Duisburgê (Hauptbahnhof) bi dawî bibe û ji wir wê ber bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê ve bimeşin. Êvara roja dawî jî bi beşdariya hunermendên Kurd Hozan Şemdîn û Rêber Serhed wê li DKTM'ê ya Duisburgê bernameya çandê bê lidarxistin.
Herî dawî ji bo beşdarî 34’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê 21'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 07:00 de li qada Rebstockparkê ya Frankfurtê bê lidarxistin, bibin wê bi rê bikevin. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.