Ciwan xwe li dijî rejîmê diparêzin

Nûçeyên Cîhan

În 23 Tîrmeh 2021 - 02:55

  • Li Parêzgeha Xuzistanê 15’yê Tîrmehê ji ber nebûna avê, xwepêşandanan dest pê kiribû. 

Xwepêşandanên  li Parêzgeha Xuzistanê ya li Îranê, ji ber pirsgirêka avê destpê kiribûn. Ev xwepêşandan dewam dikin û belavî parêzgehên din Îranê jî dibin. Ciwanan li hemberî hêzên rejîmê, dest bi ‘Parastina Rewa’ kiriye.

Li Parêzgeha Xuzistanê 15’yê Tîrmehê ji ber nebûna avê, xwepêşandanan dest pê kiribû. Xewpêşandanan li Ehwaz a navenda parêzgehê destpê kiribû. Di roja 7’an de li gelek herêman belav bûn. Di xwepêşandanên rojên destpêkê de 3 kes hatibûn kuştin û pêr jî 3 kesên din hatibûn kuştin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê, li bajarên Xuzistanê û gelek bajarên din ên Îranê gel rabûye ser xwe. Li gorî dîmenên li ser tora civakî belav bûne, hêzên Îranê li dijî xwepêşanderan hêzê bi kar tînin. Encamên êrişên hêzên dewletê yên ji pêr êvarê re baş nayên zanîn.
Li gorî hin dîmenên di torên medyaya dijital de hatine belavkirin, li Kirmaşanê ciwanan pêr êvarê li taxa Deredirêjê, rê li çûnûhatinê girt û piştgiriya xwe ji bo xelkê Xuzistanê îfade kir.

Herwiha li gorî heman çavkaniyan, li Kerec, Tehran, Îsfehan û Meşhedê jî xelk li kolanan dirûşmeyên li dijî desthilatê dibêje. Tê gotin, ciwanan li hemberî hêzên rejîmê, dest bi ‘Parastina Rewa’ kiriye.

Li gorî agahiyan li bajarên Susingird, Şûş û Ehwazê di navbera hêzên rejîmê û welatiyan de şer qewimiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.