Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan dawam dike, meşek li dar xist.
Meş li semta Okmeydani ya girêdayî navçeya Şîşlî hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Ciwanan û rêveberên HDP'a Navçeya Şîşliyê tevlî meşê bûn. Ciwanan di meşê de pêşmalkên nivîsa HDPʼê li ser bû li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bila tecrîd bi dawî bibe, girtî azad bibin" berz kirin. Ciwanan di heman demê de belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne. Welatiyên derdorê jî, bi lêxistina çepikan, piştgirî dan meşa ciwanan.
MA/STENBOL