Çîroka serweriya Iraqê 

Nûçeyên Cîhan

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:38

  • Şêwirmendê asayîşa neteweyî li ser mijarê hevdîtin kirin û Serokwezîrê Iraqê jî diçe serdana Îranê û di nava rojeva wî de ev mesele jî heye.   

 

Meseleya serweriya lawaz a Iraqê, xelkê Iraqê jî aciz dike. Li Bexdayê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk û ya Îranê hatin rûreşkirin. Şêwirmendê asayîşa neteweyî li ser mijarê hevdîtin kirin û Serokwezîrê Iraqê jî diçe serdana Îranê û di nava rojeva wî de ev mesele jî heye.   

Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li ser twîterê nivîsî ku ew şeva bihurî li gel Serokê Hevpeymaniya Serketinê Heyder Ebadî re civiyaye û di civînê de wan qala rewşa giştî ya siyasî û ewlekariyê ya Iraqê kiriye. Erecî got, her du aliyan jî bal birye ser girîngiya parastina serweriya Iraqê û destketiyên ewlekariyê.

 

Bexdadiyan êrişên Îranê û Tirkiyeyê rûreş kirin

Nerazîbûnên ji êrişên dewleta Tirk yên li dijî xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê li Bexadyê jî dewam dikin. Li Bexdayê li ber deriyê Dadgeha Kerx, çalakiyeke dijî êrişan hate lidarxistin. Alîgirên Tevgera Cemawerî ya Iraqê li ber deriyê Dadgeha Kerx a li Bexdayê kom bûn. Xwepêşanderan bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî xaka Iraqê û hebûna hêzên Emerîka, gilî bike.

 

Divê Iraq pêşiyê li êrişên dewleta Tirk bigire

Parlamenterê Iraqê yê li ser koma Hevpeymana Fetih, Ebas Şebekî der barê êrişên dewleta Tirk û Îranê de ji medya Iraqê re got, êrişên dewleta Tirk binpêkirin in, di heman demê de, rê ji Tirkiyeyê re tê dayîn ku bi çekên giran bikeve nav xaka Iraqê. Ebas Şebek got; “Divê hikûmet ji ber vê rewşê, biçe wan herêman û parastina gundan bike. Pêşiyê li êriş û bombebaranên dewleta Tirk bigire.”

 

Serokwezîrê Iraqê diçe Îranê

Ji Hikûmeta Iraqê çavkaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî wê di 28´ê Mijdarê de biçe paytexta Îranê Tehranê. Ew ê li gel rayedarê Îranê hevdîtinan bike. Li gorî heman çavkaniyê, di hevdîtinên de peywendiyên di navbera her du welatan de, aborî, enerjî, ewlehî û parastina sînorê di navbera herdû welatan de wê bên guftûgokirin.

ROJNEWS/BEXDA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.