- Îlham Bakir: Em mihrîcanên xwe pirr dişibînin mihrîcanên din ên cîhanê. Halbûkî, divê li ser filmên di mihrîcanê de ji aliyê teoriyê ve xebat bê meşandin, nîqaş bê kirin. Weke bernameyên televîzyonan bên çêkirin, pirtûkek an jî kovarek li ser van bê derxistin, dê mayînde be.
BAZÎD EVREN / MA / AMED
Sînemavan Îlham Bakir li ser sînemaya Kurdî axivî û got, esasê sînemayê li ser çîrok û paradîgmayê ye û divê derhênerên Kurd li gorî esasên Kurdan fîlmên xwe çêkin û xizmeta bişaftinê nekin.
Van salên dawiyê, di sînemaya Kurdî de ji hêla hunerî û ji hêla teknîkî ve berhemên baş derketin holê. Lê li gorî çand û normên kurdan kêm film tên çêkirin. Navê sînemayê, sînemaya Kurdî ye lê ziman bi pirranî bi Tirkî ye. Li ser mijarê, em bi sînemavan Îlham Bakir re peyivîn.
Bakir li ser sînemayê dibêje, “Gava pevbestin dikeve nava dîmenên bitevger, hingê huner dest pê dike. Ev tişt jî tesadufî tê kifşkirin. Tren tê û dikeve stasyonê, ev jî tê tomarkirin. Kamera tê girtin û vedibe, lê dinêrin dem derbas bûye û bi vî awayî pevbestin tê kişfkirin. Piştî vê yekê mirov hewl didin bi dîmenên bitevger çîrokên xwe vebêjin.
Çîrokên xurt ên hebûna Kurdan
Îlham Bakir li ser meseleya vegotina çîrokê disekine û dibêje, “Mirov dikare bibêje, gotina çîrokan karekî zêdetir bîrdozî ye. Desthilata ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe, ji ber ku çîroka wî ne xurt e, çîrokeke pire hêsan afirandiye û hemû beşên civakê bi wê çîrokê dide bawerkirin. Rê û rêbazê gotina çîroka wan pirr xurt e û gel hemû jî tazî jî bimîne, birçî jî bimîne dikeve du vê çîrokê û diçe. Em jî weke Kurdan, kevneşopiyeke me û çîrokên me yên pirr xurt hene. Tevî bindestiyê, ewqas qetlîam, qirkirin, zilm hwd jî hebûna xwe winda nekirine û weke gelekî li ser pêyan mane. Ev yek jî girêdayî xurtbûna çîrokên Kurdan e.”
Bakir dibêje, her paradîgma xwedî çîrokekê ye û paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk jî çîrokeke xwe heye: “Got ‘Ez vê çîrokê pêk bînim, ev çîrok dê bibe çîrokeke civakê.’ Gel jî xwedî li vê çîrokê derket û ev çîrok ji bo vî gelî çîrokeke pîroz bû. Niha jî bi berdêlên mezin vê çîrokê diparêze. Ji bo çîrokê bigihînî civakê, sînema jî weke her warê hunerî pirr xurt e. Sînema di nava hunerên heyî de dikare li ser civakê hemûyî bandorê bike. Ji ber ku rê û rêbazên sînemayê pirr xurt in. Kesên ku ji aliyê întellektueliyê ve ne zane bin jî weke temaşevan dikarin bi sînemayê re eleqedar bibin û jê sûdê bigirin.”
Sînemayeke li gorî paradîgmayê
Îlham Bakir li ser tesîra sînemayê dibêje, “Sînema weke çekeke nukleer di cîhanê de bi bandor e. Li dijî Hollywoodê sînemayên alternatîf, serbixwe û sînemaya li Sovyetê hatiye çêkirin jî weke sînemayeke civakî derketiye holê. Dîsa weke sînemaya sêyemîn ku civakperwer e, li Emerîkaya Latîn derketiye holê. Em weke gelê Kurd jî di bin evqas zilm û zordariyê de li ber xwe didin û xwedî paradîgmayeke nû ne ku di serî de ji bo Kurdan, piştre ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ferasetek û rizgarbûnek e. Divê li gorî vê paradîgmayê jî sînemayeke Kurd derkeve holê. Tevî bêderfetiyan jî, sînemavanên Kurd di van 20-25 salên dawî de gelek berhemên xurt derxistin holê.”
Du sînemayên Kurdan
Îlham Bakir, behsa dubereyên sênemayê li nava Kurdan dike: li aliyekî sînemayeke berxwedêr, hebûna Kurdan, êş û elemên wan, hêvî û daxwazên wan bi sînemayê tîne ziman. Li aliyê din sînemayeke carinan objektîf û carinan subjektîf xizmeta mêtingeran dike: “Ew jî, ji bo sînemaya Kurd, ji bo çand û hebûna Kurdan xetereyeke mezin e. Mixabin gelek sînemavanên Kurd dikevin vê kêmînê. Em nikarin kamerayên xwe ji malên xwe derxînin. Lê hinek sînemavanên Kurd bi derfetên mezin û bi diyariyan tên xelatkirin. Divê mirov bifikire, dewleta mêtinger xelat û piştgiriyê dide te, çima vê xelatê û piştgiriyê dide te? Heke ez xelat û piştgiriyeke wisa bistînim, divê ez bifikirim: Çima?”
Estetîk di berheman de divê girîng be
Îlham Bakir balê dibe ser du aliyên sînemaya Kurdî û li ser aliyê yekem dibêje, di warê estetîk û hunerî ve li pêş in, lê naveroka wan qels e. Li ser pirsgirêkeke din a van filman, bakir dibêje, “Aliyekê din jî, ji bo bişavtinê xizmetê dikin. Aliyê hunerî xurt e, lê di film de karakter bi Tirkî diaxive. Heke tu filmekî Kurdî çêkî û tu karakterê xwe bi Tirkî bidî axaftin, tu xizmeta bişavtinê dikî. Tu zimanê Tirkî bi rêya sînemayê dibî nava malên Kurdan.”
Ji bo aliyê din ê sînemaya Kurdî jî Îlham Bakir dibêje: “Li aliyekî din, bi niyeteke paqij, dixwazin civaka xwe biparêzin, dixwazin nirxên civak û berxwedanê di filmê xwe de bînin ziman, lê ew film jî di wartê estetîk û hunerî pirr lawaz dimînin. Mirov bi rêya sînemayê ajitasyonê jî dike, propaganda jî dike, lê divê mirov propaganda û ajitasyonê jî bi huner û estetîkeke zirav bîne ziman. Divê Kurd di warê estetîkê de xwe bi pêş bixin.”
Bi wezîfedarkirinê nabe
Wekî din Îlham Bakir dibêje, ji aliyê teorîk ve jî xebatên li ser sînemaya Kurdî pirr kêm in û ev mesele gelek kêm tê nîqaşkirin. Li gorî Bakir, ev yek jî bipêşveçûna sînemaya Kurdî dide sekinandin: “Divê rexne hebe. Gelek rêyên me yên weke rojname, kovar, televîzyon hwd ku em karibin nîqaş û rexneyên xwe li ser sînema û huner ragihînin civakê hene. Mixabin, em beramberî vî karî zêde xemsar in. Bi peywirdariyê nabe, huner dînamîk e. Tu ji yekî re bibêjî ‘here li ser vê mijarê filmekî çêke’ nabe. Divê çîrok û mijar di mêjî û nava hunermend de bê hûnandin û wisa derkeve pêş.”
Mihrîcana belgefilmên Kurdî
Îlham Bakir bal bire ser mihrîcanên filmên Kurdî û got, yek jê li Amedê, yek jî li Stenbolê li Bakur û Tirkiyeyê 2 mihrîcanên fîilmên Kurdî tê lidarxistin û li Ewrûpayê jî 6-7 heb hene û ji bo anîna ba hev a sînemavan û derhêneran, ev mihrîcan pir girîng in. Îlham Bakir li ser mihrîcana belgefilmên Kurdî FilmAmedê jî got, “FîlmAmed jî di nava mihrîcanên Kurdan de yekemîn e ku tenê mihrîcana belgefilman e. Ji destpêkê ve ez jî di nava
Xizmeta Mêtingeran nekin
Îlham Bakir, nexasim jî rexne girtin li hin filmên ku xizmetê ji bişaftina Kurdan re dikin û bang li derhênerên Kurd kir: “Hinek hunermendên Kurd hene, qaşo hinek ji wan xwe welatparêz jî dihesibînin, bi filmên çêdikin xizmeta mêtingeriyê û bişaftinê dikin. Mesela filmê bi navê ‘Sûr’da Devran’; nav bi Tirkî ye, axaftin bi Tirkî ye, ji xwe ez qala mijarê nakim, divê li ser wan xurt bê nivîsandin. Aydin Orak filmek çêkiribû; ‘Sabirsizlik Zamani’. Her tişt ê Kurdan e, lê ziman bi Tirkî ye û dîsa bi zimanê xwe xizmeta bişaftinê dike. Ew filmê ‘Okûl Tiraşi’ ku behsa dibistanên ‘leylî’ yên dewletê dike, dewletê ew dibistan ji bo zarokên Kurdan weke qereqolên bişaftinê bi kar anîn, lê film qala bişaftinê nake û wan pak dike. Hinek filmên din jî hene, divê ev film bi tundî bên rexnekirin. Bangawaziya me li hunermendên Kurd ew e, heke hinek bi wan re mirovî hebe, hinek xwedîderketineke nirxan hebe, bila xizmeta dijminê xwe nekin û bila xizmeta bişaftinê nekin. Heke bixwazin bi tirkî fîlman çêbikin bila biçin Tirkiyeyê mijareke aydê Tirkan çêkin. Mafê wan heye, lê bila neyên li Kurdistanê bi mijara Kurdan bi zimanê Tirkî filman çênekin. Ev tiştekî sosret e.”