Kolektîfeke hunermendên Îranî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, performanseke hunerî kirin û 8 afîşên dirêj li Muzeya Hunerê Hevçax a San Fransiscoyê (SFMOMA) daliqandin. Li ser bi Farisî “Jin jiyan azadî” dinivîsî, wekî din resimandineke reş li ser sorê ya Jîna Amînî hebû, li ser vê resimandinê jî dinivîsî “Navê wê bibêje”. Lê di bin resimandinê de navê ku diviya bê gotin, Mahsa Amini bû û ne Jîna Amînî.
Kolektîfa hunermendan qaşo xwestiye piştgiriya xwepêşandanên li Îranê û şoreşa gel bikin, lê nekarîn navê Jîna Amînî û orîjînala sliogana şoreşê bi Kurdî binivîsin. Nexasim li derveyî Îranê, hin komên piştgiriya bi xwepêşandanên li Îranê re, bi qesd navê Kurdistanê û rola Kurdan di şoreşê de vedişêrin. Bivênevê mirov jixwe dipirse gelo kolektîfa hunermendên Îranê ya li pey vê çalakiyê jî heman tiştê dike.
SAN FRANCISCO