‘Jîna sembol e û di dilê me de dijî’

Nûçeyên Jin

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 05:12

EBÎR MUHEMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Hunermend Mizgîn Tahîr, stranbêjeke operayê ye, Ew niha bi xebatên xwe yên Akademiya Orkestra ya Rojava karên xwe yên hunerî dewam dike. Wê ji bo balê bibe ser jiyana Jîna Amînî ya ku ji hêla polêsên hîcabê yên Îranê ve hatibû qetilkirin, peyamek da û Jîna Amînî bi zorokên orkestraya xwe jî da naskirin.

Mizgîn Tahîr ji bo Jîna Amînî bide naskirin got, “Jîna Amînî jineke Kurd e û ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber ku wê xwest azad bijî, ew kuştin. Her wiha Jîna qedexeyên dewleta Îranê nas nekirin û li ber nêzîkatiya dewletê ya li hember jinê rabû. Hîcaba ku bi zorê dan serê wê jî qebûl nekir. Sîstemên desthilatdar bi her awayî dixwazin jinan bifetisînin û nehêlin ew azad bijîn. Ji ber Jîna ev tişt qebûl nekirin, ew hat qetilkirin.”

 

Bi hunerê azad ber bi serketinê

Mizgîn Tahir azadî ji bo her kesê weke serketin bi nav kir û wiha pêde çû: “Ne tenê ji bo jinan, ji bo her kesê li ser rûyê erdê, azadî serketin e. Heger em wekî hunermend ne azad bin, hunera me dê bi ser nekeve û em ê nikaribin peyama xwe bigihîjînin xelkê. Divê em zanibin ku jina Kurd Jîna Amînî, sembolek e ji bo me û dê her dem di dilê me de bijî.”

Mizgîn Tahir bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: “Ji Rojava heta Rojhilat, silavên xwe rêdikim, hevala ruhê min a azad Jîna. Tu sembolek î ji bo ku ruhê xwe ji bo te bidim, ruhê min bi te azad dibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.