- Wezareta Karên Derve ya DYE´yê û Konsolosxaneya DYE’yê ya li paytexta Kîevê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir ku tavilê ji welêt derkevin.
Wezareta Karên Derve ya DYE´yê û Konsolosxaneya DYE’yê ya li paytexta Kîevê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir ku tavilê ji welêt derkevin.
Ajansa nûçeyan a Emerîkî, Associated Press ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hin agahiyên li ser îhtimala gurbûna şer, ev bang kiriye.
Wezaretê di demên teqînan yan jî agahiyên li ser êrişên hewayî de, hin tedbîr ji bo welatiyên xwe yên li Ukraynayê diyar kirin.
Wezaretê xwe spart encamên ku îstîxbarata DYE’yê duşema bihurî eşkere kirine. Wezaretê duşemê diyar kir ku Rûsya dê hewldanên xwe yên rûxmndina binesaziyê di rojên pêş de zêde bike.
Ev cara yekemîn e ku DYE li ser îhtîmala hedefgirtina avahiyên sivîlan û yên hikûmetê hişyar dike.
Konsolosxaneya Emerîkayê ya Kîevê bang li welatiyên Emerîkayê kir da ku tavilê bi rêyên bejahî ji Ukraynayê derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN