Çi dibe bila bibe em ê bimeşin

În 3 Sibat 2023 - 01:38

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 

Gunay bal kişand ser meşa ku wê di 6'ê Sibatê de li Geverê ya Colemêrgê û li Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" bê lidarxistin û got; "Bêguman sedemên sereke yên krîza li Tirkiyeyê tecrîd û polîtîkayên şer in. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi taybetî li Girava Îmraliyê, nêzîkatiya li doza Kurdan e. Hikumet bi hemû derfetên xwe di polîtîkayên tecrîdê de israr dike.Em hemû jî dizanin ku welat êdî bi tecrîdê, bi desteserkirin û astengkirina mafên herî bingehîn ên qanûnî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî şer aştiyê diparêzin. Em ê di parastina azadî û aştiyê de israr bikin.”

 

Di her şert û mercî de em ê bimeşin Îmraliyê

Di vê çarçoveyê de Koma me ya Meclîsê li ber Wezareta Edaletê dest bi Nobeda Edaletê kir. Ev nobet îro kete meha duyemîn. Partiya me jî tê de komeke demokratîk gotin ‘Em ji bo çareseriyê dimeşin’ Îmraliyê û di 6’ê Sibatê de em ê ji Qoser û Geverê dest bi meşa xwe bikin. Wê li her qadê were diyarkirin heta tecrîd neyê şikandin, wê gel nikaribe pişta xwe rast bike. Em ê bibêjin ‘Ji bo çareseriyê em dimeşin’ Îmraliyê. Ji ber ku em baş bi vî tiştî dizanin rêzdar Ocalan ji bo gelan aktorekî girîng e. Kesên di çaresernekirinê de israr dikin di heman demê de di polîtîkayên tecrîdê de jî israr dikin, kesên di polîtîkayên şer de israr dikin di tecrîdê de jî israr dikin. Em ê li hemberî van tiştan di her şert û mercî de ji bo çareseriyê bimeşin Îmraliyê. Ez careke din ji bo tevlêbûna meşê bang dikim.”

ANF/ENQERE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.