• Komên mafên mirovan û mafên sivîl, bi navê StopErdoganNow hatin cem hev 

Komên mafên mirovan û mafên sivîl, bi navê StopErdoganNow hatin cem hev û ji Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borell dixwazin ku zextê li Konseya Ewrûpayê bike, da ku ew "cezayên dijwar li ser dewleta Tirk ferz bike".

Komê ji bo daxwazên xwe nameyek nivîsand. Di nameyê de banga wan a ji bo cezakirina Tirkiyeyê tevî îmzeyên parlamenter û rêxistinên mafên mirovan û ên sivîl heye. Lê berdevkê komê Chris Wilson dibêje, "Me  nekarî nameya xwe bigihînin Borell, bigihînin Xizmeta Çalakiyên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (EEAS), ji ber ku ti rayedarê vê saziyê ne amade bû ku rahêje nameya me."

Li şûna wê, EEAS'ê sekreterekî "bêîhtîram" şandiye. Wî rêz negirtiye ji wan re û ji kes û civakan re ku ew nûneriya wan dikin. Ji ber ku fikar û helwêsta wan cidî negirtiye, wan ew protesto kiriye. Kom dibêje, "Fikra me ew e ku YE'yê rêzgirtina ji mafê mirovan re qurbanî berjewendiyên xwe yên malî kiriye."

Chris Wilson got, koalîsyona wan ji 30 rêxistinan pêk tê û ew ê karê xwe dewam bikin ji bo ku li ser dewleta Tirk cezayên giran bên ferzkirin.

BRUKSEL