Cezayên darvekirinê ji sedî 32 zêde bûn

Duşem 14 Nîsan 2025 - 02:55

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) a li ser cezayê mirinê ya salane, sala 2024'an hejmara kesên li cîhanê hatin darvekirin li gorî salek berê ji sedî 32 zêde bû.

Li gorî rapora bi sernavê Cezayê Darvekirinê û Înfaz a 2024'an ku ji aliyê saziyê ve hate weşandin, di sala 2024'an de 1.518 kes bi cezayê darvekirinê hatin înfazkirin. Ev hejmar li gorî salek berê zêde ye, ku di sala 2023'an de 1.153 kes hatin darvekirin.

Di raporê de hate ragihandin ku 637 kes ji ber sûcên narkotîkê hatin darvekirin û ev yek ji sedî 42 ê hejmara darvekirinê ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev kiryar li dijî mafên mirovan e.

Li gorî raporê piraniya darvekirinên sala 2024'an li Îran, Iraq û Erebistana Siûdî bû. Hate ragihandin ku di sala 2023'yan de li van hersê welatan 1.041 kes, di sala 2024'an de 1.380 kes hatin darvekirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî got, ji sedî 91 ê darvekirinên di asta navneteweyî de li van hersê welatan hate kirin.

Rêxistinê her wiha ragihand ku li Çîn, Koreya Bakur û Vîetnamê ji ber sirên dewletê û astengiyên li pêşiya agahîwergirtinê, daneyên giştî li cîhanê bi têrkerî nayê tespîtkirin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.