Ceza li Maroofian birrîn
Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:33
Rojnameger Nazîla Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Amînî re hevpyevîn kiriye, di 30’ê Tebaxê de cara 4’emîn hate girtin. Li Maroofian a li Tehranê tê darizandin salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birrîn.
Maroofian a li dijî êşkenceya lê hatiye kirin, di 1’ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnamevan Maroofian di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN