Çeteyên xwe bibin

Sêşem 29 Hezîran 2021 - 05:19

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blinken bang li welatên ku çeteyên wan li Rojava di kamp û hepsan de ne, bibin.

Blinken di axaftina destpêkê ya civîna wezîrên karê derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ya li Romayê ev daxuyaniya xwe doh da.
Wezîrê Emerîkî rewş weke "êdî nabe bê qebûlkirin" bi nav kir. Blinken bi bîr xist ku ev çete niha di kamp û hepsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de ne û ji bo QSD´ê barekî wisa ne ku nikare bê hilgirtin. 

Antony Blinken wekî din got, rêveberiya Biden a li Washingtonê wê zexta xwe li ser welatan dewam bike da ku welatiyên xwe yên çete bigirin û di nava van welatan de 78 welatên endamê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê jî hene. 

Blinken di axaftina vekirina civîna koalîsyonê de got, "Ev rewş, êdî nabe dewam bike. Nabe ku heta hetayê dewam bike. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê zextê li welatên ev çete jê ne, dewam bike, her wiha li ser endamên koalîsyonê jî, da ku welatiyên xwe vegerînin, rehabîlîte bikin û heger ev bi ser nekeve wan dadgeh bikin." 

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.