Çeteyên dewletê sûcên giran dikin

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:39

  • Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) diyar kir ku li Lîbyayê komeke milîs a ku dewlet wê fînanse dike, sûcên giran dike, mafên mirovan binpê dike û bêceza tê hiştin. 

Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) diyar kir ku li Lîbyayê komeke milîs a ku dewlet wê fînanse dike, sûcên giran dike, mafên mirovan binpê dike û bêceza tê hiştin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Efûya Navneteweyî de tê gotin, "Bêcezahiştin dibe sedem ku milîsên Otorîteya Piştevaniya Aramiyê (SSA) ya ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin, hîn bêhtir mirovan bikujin, bi kêfî destgîr bikin, penaber û koçberan bi kêfî bigirin, êşkenceyê bikin, bi zorê bixebitînin, mafên mirovan di asteke giran de binpê bikin û sûcên li dijî hiqûqa navneteweyî bikin."

SSA bi bernameya serokê berê yê hikumetê Fayiz El Saraj ê ku dewleta Tirk û Qatar piştgiriya wî dikin, Çileyê 2021'ê ava bû û tenê di bin erka serokwezîr de ye.

Rêxistina Efûyê ragihand ku SSA ji aliyê 'Yek ji lîderên milîsên herî xurt' ên li Trablûsê, Abdul Ganî El Kîklî ve tê birêvebirin. Rêxistinê da zanîn ku rabihuriya Kîklî mişt e ji sûcên giran û binpêkirina mafên mirovan.

Rêxistinê bi bîr xist ku li ser gilî û gazinên ji El-Kîklî û alîkarê wî Lutfî El-Hararî, Nîsanê wê ji meqamên Lîbyayê re name nivîsiye û xwestiye ku pêşî li van kesan bê girtin ji bo hîn bêhtir sûc nekin, dest li lêpirsînan wernedin yan jî ji mafê destnedanê sûdê wernegirin.

Ev daxwaz heta niha bêbersiv hatiye hiştin. Lutfî El-Hararî di rewşa heyî de serkêşê Saziya Ewlekariya Hundirîn a ji navenda Trablûsê (ISA) ye.

Li gorî Rêxistina Efûyê ISA jî komeke din a milîs e ku sûcan dike û mafên mirovan binpê dike.

TRABLÛS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.