Çeteyekî DAIŞ’ê yê bi çarşef hat girtin

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:36

  • Qonaxa duyemîn a Pêngava  Ewlehî û Insanî ya li Kampa Holê îro di roja 15´an de dewam dike.

Qonaxa duyemîn a Pêngava  Ewlehî û Insanî ya li Kampa Holê îro di roja 15´an de dewam dike. Doh di roja 14´an de çeteyekî hewl dida bi çarşefê bireve hat girtin. Dîmenên vî çeteyî hatin girtin. Di dîmenan de çeteyê ku çarşefa jinan li xwe kiribû, dema ku ji aliyê Hêzên Ewlekriya Hundirîn ve tê girtin, diyar dibe.

Hêzên Ewlekriya Hundirîn li ser mijarê daxuyanî da û got, "Hêzên me di operasyona lêgerînê ya li kampa Holê de, îro (doh) endamekî şaneyên DAIŞ'ê ku cilên jinan li xwe kiribûn, li kampa Holê girt. Her wiha li nêzî cihê girtina wî terorîstî, çekeke AK-47 desteser kir."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.