• Li Antakya ya Hatayê çeteyê dewleta Tirk (Polîsê Tevgera Taybet) Sergen Ozkanca gulle li esnafan reşand û kesê bi navê Mustefa Şahîn bi 4 gulleyan kuşt û Mehmet Yildizbaş jî bi 3 gulleyan bi giranî birîndar bû.

Li Antakya ya Hatayê çeteyê dewleta Tirk (Polîsê Tevgera Taybet) Sergen Ozkanca bi erebeyê qezayeke piçûk kir û rê li trafîkê girt. Ji bo rê li çûnûhatinê vebe esnafan jê rica kirin erebeya xwe ji devê rê derxe, lê çeteyê bi sîleh hêrs bû, sixêf kirin û gulle li esnafan reşand û kesê bi navê Mustefa Şahîn bi 4 gulleyan kuşt û Mehmet Yildizbaş jî bi 3 gulleyan bi giranî birîndar bû.
Polêsên çûn cihê bûyerê jî xwedî li çete derketin û gotin, Esnaf êriş kiriye ew jî neçar maye gulle reşandiye.
Li gorî govanekî bûyerê bi navê Mehmet Yildizbaş, Ozkanca jarjûra xwe vala kiriye û piştre guhertiye û gotiye, bi ser min de neyên ez ê li we hemûyan bireşînim.
Ev çeteyê çavsorî, yek ji çeteyên dewleta Tirk bi navê hêzên taybet di dagirkirina Efrînê de cih girtiye. Çete li her derê çete ne.
NAVENDA NÛÇEYAN