• Çavkaniyên taybet ji hundirê bajarê Idlibê ya dagirkirî ragihandin ku dewleta Tirk çeteyên Sûrî amade dike da ku wan bişîne Azerbeycanê.

Çavkaniyên taybet ji hundirê bajarê Idlibê ya dagirkirî ragihandin ku dewleta Tirk çeteyên Sûrî amade dike da ku wan bişîne Azerbeycanê.
Dewleta Tirk plan dike çeteyên Sûrî û leşkerên Tirk derbasî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bike. Ji bo wê çeteyên Sûriyê ji gelek herêman li Idlibê amadekariyên xwe dikin da ku biçin Azerbeycanê.
Piştî ku wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar got, dewleta Tirk wê li dijî Ermenistanê piştgiriya Azerbeycanê bike, amadekirina çeteyan dest pê kir. Li aliyekî din wezaretê piştrast kir ku serbaz û leşkerên Tirk gihiştine Azerbeycanê.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku hinek çeteyên Sûrî di ber 5 hezar dolarî de dê piştî Cejna Qurbanê ya li Tirkiyê derbasî Azerbeycanê bibin.
Çavkaniyan û dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku hejmara çeteyên Sûrî yên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê 15 hezar çeteyî derbas kiriye. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ji wan 500 çete hatin kuştin.

ANHA/KOBANÊ