Li bakurrojavayê Nîjeryayê, çeteyan herî kêm 70 xwendekarên lîseyê revandin.  Li Nîjeryayê ku welatê herî nifûszêde yê Efrîkayê ye, li bakur û navenda welêt, her hefte bi daxwaza fîdyeyê mirov bi komî tên revandin.

Berdevkê polêsên Nîjeryayê Mûhammed Şehû diyar kir ku êrişkaran destê sibehê bi ser lîseya Kaya ya nêzî Maradûnaya eyaleta Zamfarayê de girtiye û 73 xwendekar revandine.

Wezîrê Ragihandinê yê welêt Îbrahîm Dosara jî diyar kir ku rayedarên eyaleta Zamfarayê çûna bajaran a bi şev qedexe kiriye û dibistan jî heta demekê hatine girtin.

Di nava çend mehên dawîn de qederê hezar xwendekar hatin revandin. Piraniya xwendekaran piştî çend hefteyan hatin berdan lê hê jî bi dehan xwendekar di destê êrişkaran de ne.

Baregehên çeteyan li daristana Rûgû ya li eyaletên Zamfara, Katsîna, Kadûna û Nîjerê ne. Fikara pisporan ev e ku çeteyê bi navê Boko Haram - Dewleta Îslamî ya Efrîkaya Rojava (ISWAP) ya girêdayî DAIŞ’ê nêzî hev bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN