Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê der barê qetilkirina endamê rêveber ê Komîteya Şaredariyan a Dêrazorê Salih El-Hezaa de daxuyaniyek da. Wê got, “Bûyerên kuştinê di çarçoveya bûyerên tesfiyekirina pêşengên tevgera civakî ya demokratîk de, pêk tên.” 

Şevtira din, kesên nenas hevserokê meclîseke herêmî li bajarê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê, Salih Ebdulhisên El-Hezaa qetil kir.

Têkildarî mijarê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê-Nivîsgeha Dêrazorê daxuyaniyek da. Wê got, “Ji bo Salih El-Hezaa ji têkoşîna wî ya ji bo azadî û rûmetê dûr bixin û pêkanîna bipêşketin û demokrasiyê asteng bikin, her wiha ji ber ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike, doh (pêr) yek ji çalakavanên Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê hevrê Salih El-Hezaa bû armanca êrişekê û ji ber birînên xwe yên giran ew şehîd bû.”

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê got, ew dizane ku ev bûyera kuştinê jî di çarçoveya çalakiyên tesfiyekirinê yên li dijî pêşengên tevgera civakî ya demokratîk li bajarê Dêrazorê de, pêk tê û wiha dewam kir: "Hem zordariya sûcdariyê ya bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, hem jî zordariya siyasî ya El-Esed ku hîna pêşengên ku nirxên jiyana hevbeş, azadî, nûjenbûnê, pirrengiyê û qebûlkirina pêkhateyên etnîk, olî û sosyolojîk diparêzin, dike hedef.”

Partiya Nûjen û Demorkatîk di dawiya daxuyaniyê de got, ew ê projeya xwe heta pêkanîna azadiyê li Sûriyê dewam bike.

DÊRAZOR