Partiyên Çep ên Ewrûpayê li paytexta Awusturyayê Viyanayê kongreya xwe ya 7´an li dar xist û ji bo piştgiriya bi Kurdan re bang kir. Li ser navê Partiya komunîst a ji nû ve Avabûnê ya Îtalyayê, Maurizio Acerbo ala PKK'ê hilda û xwest, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin.
Kongreya Partiyên Çep ên Ewrûpayê ya 7'an li Viyanayê di navbera 9 û 11'ê Kanûnê de bi rê ve çû. Ji gelek welatên Ewrûpayê 26 partiyên siyasî yên endam, 21 partiyên çavdêr û ji Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê, Emerîkaya Latîn û Asyayê jî gelek partî, tevger û mêvan lê amade bûn. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, nûnerên Federasyona Çanda Demokratîk a Kurd û KNK'ê jî tevlî kongreyê bûn.
Berdevkên Karên Derve yên FEYKOM'ê Mûstafa Dîllîce û Lorîn Şahan li kongreyê axivîn û diyar kirin ku tecrûbeya konfederalîzma demokratîk a ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Rojava bi cih aniye, gelekî giring e û ji bo parastina vê tecrûbeyê, pêwîstî bi piştevaniyê heye.
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî got, ew li Tirkiyeyê partiya pêşeng a têkoşîna li dijî şer in û li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê HDP wê berxwedana xwe ya demokratîk dewam bike. Ûca ji bo HDP’ê, banga piştgiriyê kir.
Li ser navê KNK'ê jî Sînan Onal axivî û li dijî gengaziya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir. Sînan Onal gher wiha got, pirsgirêka Kurd tenê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtinên pê re dikare bê çareserkirin.
Alaya PKK´ê hilgirt
Li ser navê Partiya Komunîst a ji nû ve Avabûnê ya Îtalyayê, Maurizio Acerbo jî piştî ku axivî, ala PKK'ê hilda û got, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û Abdullah Ocalan tavilê azad bibe, divê Partiyên Çep ên Ewrûpayê bixebitin û beşdarên kongreyê demeke dirêj ji vê yekê re li çepikan xist.
Partiya Komunîst a Awusturyayê, Partiya Çep a Fînlandiyayê û Partiyên Komunîst ên Fransa û Îtalyayê lihevkirina Tirkiye û Swêdê ya li ser endametiya NATO'yê, her wiha dersînorkirina penaberên siyasî yên Kurd, şermezar kir û got, li ser vê mijarê divê çep bêhtir bixebitin.
Li dijî Erdogan bi HDP´ê re ne
Di pêşnûmebiryaran de pêşniyazek ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re hate erêkirin. Syriza ya Yewnan û Partiya Komunîst a ji nû ve Avakirinê ya Îtalyay, pêşnûma pêşkêş kir, ji aliyê temamiya delegeyan ve hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de piştgirî ji têkoşîna gelê Kurd re hate nîşandan ku ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe dimeşîne û hate ragihandin ku li dijî rejîma Erdogan, ew ê bi têkoşîna bi pêşengiya HDP'ê re bin.
Betalkirina peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re hatine mohrkirin, di serî de Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag berdana hemû girtiyên siyasî, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û çalakiyên hevpar ên ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn ên gelê Kurd ji xalên esasî yên pêşnûmeyê bûn.
Yek ji karên sereke piştgiriya Kurdistanê ye
Walter Baier di kongreyê de bû serokê nû yê Partiyên Çep ên Ewrûpayê. Wî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriya bi Kurdistanê re wê yek ji karên wan ên sereke be. Kongre bi hilbijartina serok û desteyên nû 11'ê Kanûnê roja Yekşemê bi dawî bû.
VIYANA