Cenazeyên veneşartî û Drakula

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:00

  • Hizra aramnebûna ruh heta veşartina cenaze jî bi qasî em dizanin, bi Sumeran dest pê dike. Wan bawer dikir ku zindî hemû ruhber in. Û wan bawer dikir ku ruhên “dev”î bi navê edîmmû hene û ew ruhên zindiyan ji bedenên wan dimijin. Edîmmû jî esas ruhên wan miriyan bûn yên ku cenazeyê wan bi rêz û îhtîram nehatiye veşartin. 

Silêmanê Zaxuranî

Li cem tevahiya civakên heyî, veşartina cenazeyên miriyan, hem mafek e ji bo malbatên wan û hem jî rêzgirtina dawî ya ji mirovê mirî re ye. Di nava Misilmanan de ku pirraniya Kurdan jî bawermendên wê ne, meseleya veşartina cenaze û pîrozbûna afirandina Xwedê bi hev ve girêdayî ne. Yanî Xwedê, mirov bi teşeyê bêqisûr afirandiye û lazim e miameleya bi mirî û saxê vê bedena bêqisûr re jî bi rêz û îhtîram be. Ji bo giringiya vê yekê û ûsûlê wî belkî em berê xwe bidin Sûreya Meydan, eyatên 30, 31, 32 û 33.

Li vir behsa wê yekê tê kirin, ka çawa kurê Ademî Kabîl birayê xwe Habîl dikuje û dibe yek ji yên “têkçûyî”. Elaqedarî meseleya me, li gorî van ayetan, Xwedê qijikekê dişîne, da ku nîşanî Kabîl bike, ka ew ê çi ji cenazeyê birayê xwe yê kuştî bike. Qijik bi nikilên xwe erdê dikole û qijikeke din vedişêre li cihê kolayî. Bi vî awayî jî Kabîl hîn dibe ku lazim e cenazeyê birayê xwe veşêre. Meseleya kuştina mirovekî ji bo nearamiyê weke kuştina tevahiya mirovahiyê dîtinê, belkî bibe mijara nivîseke din.  

Li gorî rêûresmên Îslamê, veşartina cenaze ji erkên tevahiya civaka Misilman e. Yanî heger cenazeyekî mirovekî Misilman dikare bê veşartin û civaka Misilman pê dizane û veşartina cenaze ji destê wê tê, lazim e wî cenazeyî veşêre. Heger vê nake, temamê civaka Misilman gunehkar e. 

Di mîtolojî û dramayê de veşartina cenaze

Lê li van erdan veşartina cenazeyên mirovan ji destpêka civakbûnê ve heye. Li gund û bajarokên serdema neolîtîk hemûyan em dibînin ku mirî bi îhtîmam hatine veşartin. Rêza ji cenaze re hatiye girtin ji birêkûpêkbûna rîtuelên mirov dikare ji awayê gornan pê bihise, eşkere ye. 

Di dramayên edebî yên Yewnana kevin de meseleya veşartina cenazeyan û rêza ji cenazeyê mirovên mirî re yek ji xisûsên muhim ên dramayê ne. Dramayeke koka xwe ji mîtolojiya kevnar a Yewnan digire, li ser Antîgonê (Antîgone jî tê gotin) ye. Ew di mîtotojiyê de yek ji keçên melikê Tebenê, Odîpos e. Di trajedyaya Sofokles de -muhtemel e ku cara pêşî 442 beriya mîladê li ser dikê hatibe lîstin- Antîgon cenazeyê birayê xwe yê li derveyî bedena bajêr hatiye kuştin, vedişêre. Lê melikê bajêr Kreon qedexe kiribû ku cenaze bê veşartin. Antîgon, veşartina cenaze ji bo xwe û ji bo birayê xwe weke meseleya anorê û îhtîrama ji bo miriyan dinirxîne. Antîgon berdêla kirina xwe bi canê xwe dide, lê di dramayê de kesa heq ew e, ya ku fermana xwedayî ya Zeus bi cih aniye.  

Em di Îliyada ya Homer de jî di beşa 23 rêzên 70 û 71´ê de gava Patrokles bi Arçîles re dipeyive, Arçîles wiha lê vedigerîne: “Min di saxiya xwe de nekir (tu ji bîr nekirî), lê niha bi halê xwe yê mirî! Min bi lez veşêre, da ku ez di dergehên Hades re derbas bibim.” Eynî weke Îslamê, di Yewnana kevin de jî wezîfeya veşartina cenaze weke yekê ji yên herî pîroz dihat dîtin. Wan bawer dikir ku ruhê kesê mirî wê aram nebe heta ku cenaze neyê veşartin.

Veneşartina cenaze li gorî wan heqareteke welê bû ku li xwedayan dihat kirin.  

Ew jî bi Sumeran dest pê dike

Lê ev hizra hanê ya aramnebûna ruh heta veşartina cenaze bi Yewnana kevin dest pê nake. Hê beriya mîladê bi 4 hezar û 500 salan, Sumeriyan bawer dikir ku zindî hemû ruhber in. Û wan bawer dikir ku edîmmû (yan jî ekîmmû) ruhên “dev”î (dîva, dêva û wekî din) hene û ew ruhên zindiyan ji bedenên wan dimijin. Edîmmû jî esas ruhên wan miriyan bûn yên ku cenazeyê wan bi rêz û îhtîram nehatiye veşartin yan jî ji ber hin gunehên mezin xwedayan destûra aramiya ebedî nedaye wan.   

Ev ruhên hanê, karîne di dîwar û deriyan re derbas bibin û karîne bedena mirovên ruhê wî ji bedena wî dimijin jî kontrol dikin. Vê afirîda ecêb mala diketiyê zûwa dikir, xwîna malxê malê, zarok û xizmetkarên wî jî dimişt û vedixwar.

li gorî baweriya Sumeran ji ber ku weke adetê cenazeyê wan nehatiye veşartin, ew ji zindiyan aciz bûn, heta kîna wan ewqasî pirr bû ku tola xwe radikirin: Bi belavkirina nexweşiyên vegir, feyzdana mirovan ji bo gunehên mezin, mêhtina ruhê mirovan (nexasim  ên ciwan û gelek caran di xew de).

Dewleta Tirk û necisên îro 

Em dibînin ku ev hizra sereke di serdema Babîlonê de jî dewam dike, tesîra wê li nav baweriyên Hind û Sindê, Yewnanistan, Misrê û di nava dînên semawî de eşkere ye. Iblîsên Xirîstiyaniyê jî û karekterên mîtîk û yên fîktîf ên weke drakula jî diyar e, bi vê tesîra Mezopotamyayê belav bûne. Tesîra Xirîstiyaniyê û necisê wê yê xwînxwar Vendîgo jî li ser peydabûna karekterê fîktîf Drakula tê zanîn. 

Axir çi Îslam, çi dînên din ên semawî, çi jî baweriyan li Kurdistanê belav hemû, veşartina cenaze weke wezîfeyeke zindiyan beramberî miriyan û her wiha beramberî Xweda (yan jî Xwedayan) dibînin. Heqaretên dewleta Tirk li sax û miriyên Kurd dike, di heman demê de heqareteke li temamê civakê ye. Herî dawî, gava rayedarên dagirkeriya Tirk li Amedê, 7 salan piştî qetilkirina wî cenazeyê şehîd Hakan Arslan 28´ê Tebaxê di kîsekî de da destê bavê wî Alî Riza Arslan, dewleta dagirker heqaret li Kurdan hemûyan kir. Li gorî Îslamê heqaret li Misilmanan hemûyan kir. Niha li ser Misilmanan hemûyan ferz e vê heqaretê ji ser xwe bavêjin. Li ser Kurdan jî ferz e. Mezlûm lazim e li dijî zaliman li ber xwe bidin, qet nebe biqasî Antîgone.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.