Cenazeyên şehîdan li Goristana Bêkesan veşartin
Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 02:59
Cenazeyên endamên HPG'ê ku li Çiyayê Gabarê di şer de şehîd bûbûn, li Goristana Bêkesan hatine veşartin.
Li Çiyayê Gabar yê Şirnexê di 3’yê kanûnê de şer derketibû û yek jê jin 3 endamên HPG'ê şehîd bûbûn. Cenazeyê wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê ku 18 roj bûn li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, ji ber cenazeyên wan hatibûn şewitandin û ji aliyê malbatên wan ve nehatibûn teşhîskirin, malbatan ji bo DNA’yê xwîn dabûn.
Lê hate ragihandin ku hêj encama DNA’yê derneketiye bêyî agahiya malbatan cenaze li Goristana Bêkesan a taxa li Bahçelîevler ya Şirnexê ji aliyê polêsan ve hatin veşartin.
Nayê zanîn ku çend cenaze li vê goristanê hatine veşartin.
ŞIRNEX