- Cenazeyên 11 çiyageran hatin dîtin.
Li bakurê paytexta Îranê Tehranê, cenazeyên 11 çiyagerên ji ber aşûtê mirin, hatin dîtin.
Heyva Sor a Îranê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama lêgerîna sê rojan de cenazeyên 11 çiyageran hatine dîtin. Bûyer îna bihurî li çiyayên Darabadê qewimî. Tîmên rizgarkirinê cenazeyên 8 çiyageran roja Şemiyê dîtibûn. Roja Yekşemê jî bi helîkopterekê karê lêgerînê dewam kir û kesekî birîndar hate dîtin. Çiyagerê birîndar li nexweşxaneyê mir. Piştre jî cenazeyên du çiyagerên din jî hatin dîtin.
Heyva Sor a Îranê diyar kir ku di encama karê lêgerîn û rizgarkirinê de 14 çiyager hatine rizgarkirin. Tehran li quntara rêzeçiyayên Elbûrz e ku ji bakurrojava ber bi bakurrojhilat ve 900 kîlometreyî dirêj in.
TEHRAN