Cenaze ji malbatê dizîn paşê di qotiyê de danê

În 1 Îlon 2023 - 16:31

Dewleta Tirk a dagirker, hestiyên şehîd Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di bombebarana li çoltera Sêrtê de sala 2020’an jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di nava qutiyekê de teslîmî malbatê kirin.

Tolhildan tekman (Yilmaz Uzun) di bombebarana li çoltera Sêrtê de 15´ê Îlona 2020´an tevî 4 hevalên xwe şehîd bûbû. Dewleta Tirk piştî bi 3 salan hestiyên şehîd Tolhildan Tekman di qutiyekê de da malbatê. Tevî ku malbatê ji bo teşxîskirina cenaze xwîn dabû û encamên testa DNA´yê eşkere bûbûn jî dagirkeran malbat agahdar nekiribû. Dewleta Tirk, cenazeyê şehîd Tolhildan Tekmanî li Goristana Bêkesan veşartibû.

 

Leşkerên Tirk xwe xistin şûna xwedê

Navê şehîdî, Îbrahîm Uzun, piştî ku hestiyên lawê xwe di nava qutiyekê de wergirtin, got: “Kurê min sala 2020’an canê xwe ji dest da. Wê demê ez hatim Sêrtê û min mînaka xwînê da. Tevî ku di sala 2021’ê de encam eşkere bûn jî agahî nedan me. Piştre me daxwaznameyek da. Cenaze piştre teslîmî me kirin.”

Malbatê cenaze wergirt û bir navçeya Tatosê ya ser bi Erziromê.

Hate zanîn ku ji bo cenazeyê şehîd Tolhildan Tekmanî, leşkerên dewleta Tirk a dagirker, zext li keyayê gund û melê kirine da ku nimêja cenaze nekin. Leşkeran qedexe kiriye ku nimêja cenaze li mizgefta gund bê kirin.

ERZIROM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.