Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12`an de dewam dike. Doh di roja 11´an de li beşa 5`an a Kampa Holê ya taybet ji bo koçberên ji Sûriyê, operasyonê dewam kir. Di dema operasyonê de qederê 400 guleyên tivinga kalaşnîkofê hatin dîtin.
Doh berê sibehê saet 05.00`an operasyonê li beşa 5`an dewam kir. Hêzên operasyonê li konan yek bi yek operasyonên lêgerînê dikin. Wan koçberên beşa 5`an bi awayekî ewle ber bi cihê wergirtina sicîlan ve jî birin.
Di encama operasyonên lêgerînê de, serê sibehê 388 fîşekên çeka klaşnîkofê hatim dîtin.
Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li Holê didomin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya roja 10´an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê jî doh eşkre kir û da zanîn ku wan 14 çeteyên din ên şaneyên DAIŞ´ê girtine, 5 xendek, cilên leşkerî û 16 telefonên destan dîtine.
ANHA/HESEKÊ