CDK-F hevserokên xwe hilbijartin 

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Hezîran 2023 - 00:15

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) ku rêxistiniya sîwanî ya sazî û komeleyên Kurdan ên li Fransayê ye, kongreya xwe ya 10'emîn li paytext Parîsê li dar xist.

Kongre li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat û delegeyên ji Marsîlya, Lyon, Montpellîer, Toûloûse, Bordeaûx, Dragûîgnan û Strasboûrgê tevlî bûn.

Li salonê pankarta bi wêneyên 6 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, bi nivîsa "Rêxistinkirina gelê me tolhildana şehîdan û pêkanîna armanca wan e", tevî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

Hevserokên CDK-F'yê destpêkê silav da girseya gel û diyar kir ku ew kongreyê diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil dikin ku di 23'ê Kanûna 2022'an de hatin qetilkirin.

Piştre endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan ji bo dîwana kongreyê hate hilbijartin û beşdarên kongreyê silav kir.

Piştre jî di rojeva siyasî de mijarên tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gerîla û sala 100'emîn a Peymana Lozanê hatin nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew berxwedanê mezin bikin. Her wiha hate gotin, "Bi rengekî topyekûn divê em li ber xwe bidin û ji bilî serketinê şensekî me nîne. Divê em vê sîstema ku sed sal in tune dihesibîne têk bibin."

Di kongreyê de raporên kar ên qadan hatin xwendin û nirxandin.

Kongre bi hilbijartina Hevserokên CDK-F'yê bi dawî bû. Di encama dengdanê de Şahîn Polat û Xanê Akdogan ji bo Hevserokatiya CDK-F'yê hatin hilbijartin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.